Encamên ezmûnên amadehî û navîn yên 2021`an li Şehbayê derketin

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a herêma Efrînê encamên ezmûnên amadehî û navîn ên sala 2021`an derxistin.

Encamên ezmûnên amadehî û navîn yên 2021`an li Şehbayê derketin
10 tîrmeh, 2021   09:15
 ŞEHBA

Îro encamên ezmûnên qonaxên amadehî û navîn li ser asta herêma Efrînê li navçeyên Ehdas û Til Rifet ên girêdayî kantona Şehbayê, derketin.

94 xwendekaran ezmûnên beşa zanistî bi dawî kirine, her wiha 140 xwendekaran ezmûnên beşa wêjeyî bi dawî kirin. Hejmara xwendekarên ku ezmûnên refa 9`an bi dawî kirine jî 46 e.

Pileya herî bilind di beşa zanistî de 885 ji 900`î bû.

Di beşê wêjeyî de jî pileya herî bilind 859 ji 900`î bû.

Di qonaxa navîn de jî pileya herî bilind 593 ji 800`î bû.

Li gorî komîteyê, rêjeya xwendekarên ku bi ser ketine (beşa zanistî %78, beşa wêjeyî %53, navîn %10).

Komîteyê ji bo xwendekarên qonaxa navîn û amadehî ev biryarname derxist:

Mafê hemû xwendekaran heye ku li dijî encamên 3 madeyan tenê red bikin û ji dîroka 11`ê Tîrmeha 2021`an û heta 13`ê Tîrmeha 2021`an, dikarin redkirina xwe bînin ziman.

Mafê xwendekarê ku tenê di 4 madeya de binketî heye ku derbasî dewreyeke din a ezmûnan bibe (tekmîlî).

Dewreya nû a ezmûnan (tekmîlî) ji 14`ê Tîrmehê heta 17`ê Tîrmehê 2021`an dest pê dike û piştî bidawîbûna dema qeydkirinê, nayê qebûlkirin ku xwendekar derbasî ezmûnan bibin.

 Dewreya nû ya duyemîn a ezmûnan (tekmîlî) ji 24`ê Tîrmeha 2021`an (şemiyê) dest pê dike û di 2`ê Tebaxa 2021`an (Yekşemê) de bi dawî dibe.

Hêjayî gotinê ye ku dema xwendekar li ser pileyên ezmûnan red bikin, dibe ku encam bên guhertin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/nN9SvbCsSaI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>