Sîhanok Dîbo: Girtina dergehê Til Koçerê cezakirina 5 milyon mirov e

Endamê Desteya Serokatiya MSD'ê Sîhanok Dîbo banga vekirina dergehê Til Koçerê li pêşiya derbaskirina alîkariyên mirovî kir û got, divê mijarên mirovî neyên polîtîzekirin.

Sîhanok Dîbo: Girtina dergehê Til Koçerê cezakirina 5 milyon mirov e
9 tîrmeh, 2021   23:38
NAVENDA NÛÇEYAN – MISTEFA ELO

Çavkaniyên dîplomatîk ragihandin ku dengdana li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî li ser dirêjkirina mekanîzmaya gihandina alîkariyan bi rêya sînor ji bo Sûriyê bêyî pejirandina Şamê hate paşdexistin, piştî ku biryar bû ku roja pêncşmê ketiba dengdanê.

Dîplomatê ku nexwest navê xwe eşkere bike ji AFP'ê re got "Fikira niha  (Pêkanîna dengdanê) roja Înê ye".

Li çavkaniyekî din got, paşxistin dema dan û standin dirêjtir dike.

Erka Neteweyên Yekbûyî ya derbaskirina alîkariyan bi rêya sînor,  ku ji 2014'an ve bi rêve diçe, roja Şemiyê bi dawî dibe, piştî ku bi zexta Moskowayê di  2020'î de gelekî  kêm bû.

Girêdayî mijarê endamê Desteya Serokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Sîhanok Dîbo got: "Bi teqez biryara Neteweyên Yekbûyî ya 2254'an, birayeke ku di serî de Rûsyayê hemû aliyên destwerdanê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê dikin, li ser li hev kirine. Lê dema ku em ji çavkaniyan dibihîzin ku niyeta Rûsya û niyeta beşdarên Astanayê heye ku pêşnûmeya têkildarî dergehan û girtina dergehê Til Koçerê careke din û vekirina dergehê Bab El-Hewa pêşkêş bikin, em dikarin bêjin ku ev nakokî ye."

Dîbo polîtîzekirina alîkariyên mirovî û dergehan ji bo derbaskirina alîkariyan û kêmkirina xeteriyên aloziya Sûriyê red kir û wiha domand: "Her gavek di vî warî de li pêşiya çareserkirina aloziya Sûriyê dibe asteng, nemaze ku Rûsya ji sala 2019'an ve dema dagirkeriya Tirk a li Serêkaniyê û Girê Spî wekî garantorê esasî ji bo agirbestê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dergehê Til Koçerê ye. Berî her tiştî ev nakokî ye. Jê tê famkirin ku israrek ji bo polîtîzekirina dergehên mirovî heye."

'GIRTINA DERGEHÊ TIL KOÇERÊ CEZAKIRINA 5 MILYON MIROV E'

Têkildarî vekirina dergehê Bab El-Hewa Dîbo wiha got: "Di demekê de ku biryareke cîhanî, di nav de Rûsya û Amerîkayê de heye ku Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê) rêxistineke terorîst e,  lê dergehê Bab El-Hewa bi Tirkiyê re di hemû qadan de parve dikin."

Endamê Desteya Serokatiya MSD'ê îşaret bi vê yekê kir: "Divê nayê famkirin ku em dixwazin gelê Idlibê ceza bikin, bi teqez em bi derbaskirina alîkariyên mirovî ji bo tevahî herêmên Sûriyê re ne. Divê dergeh û girtina dergehê Til Koçerê neyê polîtîzekirin, bi nêrîna min wiha mîna cezakirina 5 milyon mirov e. Di nêrîna civakê de gel xwedî hêzeke ku ji ewlehiya wê berpirsyar e, ev hêz jî QSD'ê ye, ku semboleke cîhanî li dijî DAIŞ'ê ye, li şûna ku alîkariyên mirovî jê werin pêşkêşkirin, pirsgirêkeke mezintir li ser wê zêde dike,nexasim li gel hebûne Holê ye û pirsgirêka sereke hebûna derdora 60 hezar DAIŞ'î ye."

Sîhanok Dîbo bi domdarî got: "Mijarên wiha divê me ji Rûsyaye texmîn nekin, heke Rûsya di hilgirtina vê yekê îsrar bike dê pirsgirêk mezintir bibe. Di vê derbarê de dê Rûsya bibe beşa herî mezin a vê pirsgirêka mirovî."

VEGUHEZTINA JI SÎSTEMEKE NAVENDÎ BER BI SÎSTEMA RÊVEBERIYA XWESER VE

Têkildarî daxuyaniyên dawî yên Moskove ku dibêje dikare bibe navbeynkarê diyalogan di navbera Şam û Rêveberiya Xweser de, Dîbo ji Moskoveyê xwest ku di mijara çareserkirina aloziya Sûriyê de nêrîneke giştî û berfireh bigire û ev tişt anî ziman: "Di demekê de ku em ji Wezareta Derve ya Rûsyayê dibhîzin ku divê di navbera kurdan û hikumeta navendî de diyalog pêk werin, em texmîn dikin ku ev daxuyanî bi qasî ku baş e, lê bi analîz û encamdayînê em dibînin ku ne temam e, ji bo ku temam be jî em dibînin ku divê vexwendnameyeke fermî ya Rûsyayê ji bo Rêveberiya Xweser û MSD li aliyekî û hikumeta Sûriyê ji aliyekî din ve hebe. Ji ber ku mijara esasî ji bo me ne çareserkirina doza kurdî tenê ye, lê di heman demê de çareserkirina aloziya Sûriyê û veguhestina ji sîstemeke zor navendî ber bi sîstemeke nenavendî, demokratîk ve mîna forma Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ye."

Dîbo di berdewama axaftina xwe de got:"Hinek vê li daxuyaniyekê wekî derew dinerin ku divê tavilê li hemberî wê were sekinandin û were sererastkirin da ku giştî û hevgirtî be, diyalog di navbera Rêveberiya Xweser û MSD li aliyekî û hikumeta navendî li aliyekî din de wekî destpêka gaveke avakar e."

Têkildarî hewldanên piştgiriya komên çete yên li Idlibê bi rêya vekirina dergehê Bab El-Hewa, endamê Desteya Hevserokatiya MSD'ê Sîhanok Dîbo got: "Her aliyeke ku bifikre piştgiriyê bide Cebhet El-Nusra da ku bibe beşek ji opozisyonê ev binpêkirina serdestiya Sûriyê û xurtkirina dagirkeriya Tirk li herêmên dagirkirî ye, em jî bi tu awayan vê yekê qebûl nakin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/T6xq2F_3wcs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>