Piştî têkoşîneke demdirêj welatparêz Mihemed Elî Şirnexî jiyana xwe ji dest da

Piştî têkoşîneke demdirêj di nava Tevgera Rizgariya Kurdistanê û TEV-DEM'ê de kesayetê welatparêz Mihemed Elî Şirnexî di temenê 80 salî de jiyana xwe ji dest da.

Piştî têkoşîneke demdirêj welatparêz Mihemed Elî Şirnexî jiyana xwe ji dest da
9 tîrmeh, 2021   18:05
QAMIŞLO

Kesayetê welatparêz Mihemed Elî Şirnexî di temenê 80 salî de, ji ber nexweşiyekê vê êvarê li nexweşxaneyên bajarê Qamişloyê jiyana xwe ji dest da.

Mihemed Elî Şirnexî li Bakurê Kurdistanê  û Bakur û Rojhilatê Sûriyê  ji bo xizmeta gel û welatê xwe kedek mezin da. Di nava Tevgera Rizgariya Kurdistanê û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) cih girt.

Cenzayê welatparêz Mihemed Elî Şirnexî ji bo nexweşxaneya Wetenî ya Dêrikê hate veguhestin û dê sibe bi merasîmekê li gundê Qube Elîşêr were veşartin.

ANHA