​​​​​​​Ragihandina Azad û Demokratîk li Ewropayê îro forumekê li dar dixe

Ragihandina Azad û Demokratîk li Ewropayê dê îro bi beşadarbûn siyasetmedar, rojnamevan, nivîskar, hiqûqnas û hunermendan, bi dirûşma "Yekîtiya neteweyî misogeriya têkbirina dagirkeriyê ye" li navenda Aryen TV a paytexta Swêdê Stockholmê forumekê li dar bixe.

​​​​​​​Ragihandina Azad û Demokratîk li Ewropayê îro forumekê li dar dixe
10 tîrmeh, 2021   07:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Ragihandina Azad û Demokratîk li Ewropayê dê îro saet 11`an bi dema navenda Ewropayê bi dirûşma " Yekîtiya neteweyî misogeriya têkbirina dagirkeriyê ye" li navenda Aryen TV a li  paytexta Swêdê Stockholmê forumekê li dar bixe.

Ragihandina Azad û Demokratîk li Kurdistan û Ewropayê rêzeçalakiyan li dar dixe. Foruma îro wê bi beşdarbûna siyasetmedar, rojnamevan, nivîskar, hiqûqnas û hunermendên Kurd pêk were.

Wek ku tê zanîn dewleta Tirk a dagirker şerê qirkirin û tunekirinê li ser gelê me dide meşandin. Armanca wê têkbirina destkeftiyên gelê me û dagirkirina tevahî herêmê ye.

Di civînê de wê li ser girîngiya yekîtiya neteweyî û Berxwedana bêhampa ya gerîlayên azadiyê li dijî hêzên dagirker were rawestandin.

Beşdarvanên civînê wê li ser  helwestan PDK`ê û sekna wê ya li aliyê dagirkeran jî raweste.

Yek ji mirjarên civînê jî, azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan e.