'Ebdulhekîm Beşar piştgiriya siyaseta qirkirin û guhartina demografîk dike'

Endamê Partiya Demoqrat a Kurdî ya Sûrî diyar kir ku Ebdulhekîm Beşar bi daxuyaniya xwe piştgiriya siyaseta qirkirin û guhertina demografîk li Efrîna dagirkirî, dike.

'Ebdulhekîm Beşar piştgiriya siyaseta qirkirin û guhartina demografîk dike'
9 tîrmeh, 2021   05:54
HELEB-ARIF SILÊMAN

Cîgirê serokê Îtîlafa Sûrî", nûnerê ENKS û endamê rêveberiya Partiya Demokratîk a Kurdistanê- Sûriyê Ebdulhekîm Beşar li Başûrê Kurdistanê îdia kir ku tu sûc li Efrînê pêk nehatine.

Der barê mijarê de, endamê Partiya Demokrat a Kurd ya Sûrî (Konferans) Mihemed Elî li taxa Şêxmeqsûd a li bajarê Helebê ji ajansa me re axivî.

Mihemed Elî got daxuyaniya vê dawiyê ya cîgirê serokê Îtîlafa Sûrî Ebdulhekîm Beşar a înkarkirina sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê, rewakirina dagirkirina Efrînê ye û piştgiriya siyaseta qirkirin û guhertina demografîk e.

'ENKS'Ê SÛCÊN LI DIJÎ KURDAN VEDIŞÊRE'

Elî diyar kir ku Ebdulhekîm Beşar, yek ji rêveberên ENKS`ê ye û dema ku sûcên dewleta Tirk înkar dike, ev yek nayê qebûlkirin, çawa dikare sûc û binpêkirinên li dijî Kurdên li Efrînê veşêre.

Elî got bicihkirina malbatên çeteyan ên ji deverên dagirkirî li gund û bajarê Efrînê heya roja îro berdewam dike, her wiha revandin û îşkence jî didome.

Mihemed Elî diyar kir ku Ebdulhekîm Beşar bûye kesayetiyek têkçûyî, tevahî cîhan dibîne ku  li Efrîna dagirkirî çi diqewime û Hemû rêxistinên mafên mirovan binpêkirin û sûcên ku rojane li dijî welatî û gundan pêk tên belge kirin.

Endamê P.D.K.S Mihemed Elî di dawiya axaftina xwe de piştrast kir ku armanca daxuyaniya Ebdulhekîm Beşar ku rê li ber dan û standin û diyaloga kurdî li Rojava bigire.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/paVLtq5WEZ4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>