​​​​​​​Fehîme Hemo: Hevgirtina pêkhateyên Minbicê planên dagirkeriyê têk dibe

Endama Meclisa Serokatiya MSD`ê Fehîme Hemo diyar kir ku dewleta dagirker a Tirk bi zanebûn ewlehî û aramiya Minbicê têk dibe û got, vîna gel û hevgirtina pêkhateyên Minbicê planên dagirkirinê têk dibin.

​​​​​​​Fehîme Hemo: Hevgirtina pêkhateyên Minbicê planên dagirkeriyê têk dibe
9 tîrmeh, 2021   03:03
 HELEB-HENAN MIHEMED

 Dewleta dagirker a Tirk hewl dide Minbicê yê stratejîk dagir bike, ji ber vê yekê rojane gefan lê dixwe.

Têkildarî gefan û provakasyonên dawî yên li dijî Minbicê, endama Meclisa Serokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Fehîme Hemo ji ANHA'yê re axivî.

 Fehîme Hemo di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser planên dewleta Tirk ên ji destpêka aloziya Sûriyê ve û got:"Armanca wê berfirehkirina nexşeya xwe ye, her wiha sînorê xwe ji nû diyar bike û Musil, Kerkûk û Helebê tev li xwe bike, em ji topbarana Tirkiyê ya ji kîjan herêmê re be ku projeya wê ya dagirkerane li ser pêk tê, mat namînin."

 Fehîme Hemo îşaret pê kir ku dewleta dagirker a Tirk bakurê rojavayê bajarê Minbicê topbaran dike, ku hesabên navneteweyî lê hene û got, siyaseta ku dewleta Tirk pêk tîne bi armanca zindîkirina împaratoriya Osmanî ye.

 ye.

Endama Meclisa Serokatiya MSD`ê ev li gotina xwe zêde kir: "Piştî ku çeteyên DAIŞ`ê têkçûn û siyaseta Tirkiyê ya pêkanîna projeya xwe ya dagirkeriyê bi bin ket, dewleta Tirk gundên li hemberî xetên eniyên li bakurê rojavayê bajarê Minbicê topbaran kir, da ku ewlehî û aramiya wan têk bibe, her wiha di navbera pêkhateyên heyî de jî provaksyon derxist, da ku li herêmê siyaseta xwe bide meşandin."

 Fehîme Hemo destnîşan kir ku topbarana dewleta Tirk ne kiryarekî nû ye û got: "Armanca dewleta Tirk ji topbarana bajêr, ew e ku herêman ji hev parçe bike, ji ber ku bajarê Minbicê bajarê Helebê bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve girêdide.

 Fehîme Hemo diyar kir ku projeya Rêveberiya Xweser li xweşiya sîstemên destpotîzim û netewperest di serî de dewleta Tirk nayê, ji ber vê yekê bi hemû rêbazan hewl didin wê têk bibin, di heman demê de ji hundir ve lawaz bikin û li ser hesabên gel desthilata xwe xurt bikin.

 Fehîme Hemo da zanîn ku vîna gelê Minbicê û hevgirtina pêkhateyên wê planên dewleta Tirk ên bi armanca têkbirina vê rêveberiyê, vala derxist  û wiha domand: " Rêveberiya Xweser projeyeke gel, tê de xwe  bi rêve dibe, her wiha projeya siyasî ya demokratîk e ku Meclisa Sûriya Demokratîk pê bang dike û tevahiya erda Sûriyê ye û mafên tevahiya pêkhateyan misoger dike".

Fehîme Hemo bal kişand ser provaksyonan û şerê taybet ê ku dewleta Tirk û yên din didin meşandin û got:"Ev yek aloziya Sûriyê re naynin, lê belê, kûrtir dike, ji lew re em piştrast dikin ku çareseriya yekane ji aloziya Sûriyê re diyalogên sûrî-sûrî ye û di nava Sûriyê bi xwe de ye."

 Fehîme Hemo anî ziman ku heke gelê Sûriyê diyaloga sûrî-sûrî nepejirîne, dewlet nikarin aloziya Sûriyê çareser bikin, ji ber ku lihevkirina hundirîn dihêle lihevkirina derve jî çêbibe

 Endama Meclisa Serokatiya MSD`ê Fehîme Hemo bang li aliyan kir ku li hev bicivin da ku aloziya Sûriyê li gorî xwestekên gelê Sûriyê nîqaş bikin û bigihêjin çareseriyekê û ev di dawiyê de got: "Divê gelê Sûriyê hişyar be, li hemberî hewldanên derxistina fitneyan bisekinin, ji ber ku em ji mêj ve li ser erdekê ne û mafê me heye ku em parastina erdê xwe bikin da ku em Sûriyeke demokratîk ava bikin."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Hwxw4gHFCY4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>