Paşxaneya tarî ya PDK`ê ya kuştin û revandina kesayetên Kurd

PDK ji despêkê heya roja me, zîhniyeta tesfiyekirin, qetilkirin û revandina şoreşger û kesayetên Kurd dewam dike û karnameya wan jî li ser vê mijarê tarî ye.

Paşxaneya tarî ya PDK`ê ya kuştin û revandina kesayetên Kurd
9 tîrmeh, 2021   06:12
NAVENDA NÛÇEYAN-KENDAL CÛDÎ

Di demeke ku li Rojavayê Kurdistanê hewldanên yekitiya kurdî bi sponseriya QSD`ê tê kirin, PDK`ê û baskên wê yên leşkerî li Başûrê Kurdistanê hewl dide dor li hêzên siyasî yên Rojava teng bike. Di vê çarçoveyê de, PDK`ê ji 10`ê Hezîranê ve, nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Hewlêrê Cîhad Hesen û endamên têkiliyên PYD`ê Mustefa Xelîl û Mustefa Ezîz ku ji bo pêşwazîkirina mêvanan, berê xwe dabûn balafirgeha Hewlêrê, revandin.

Revandina nûnerên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Başûrê Kurdistanê, senaryoya tesfiyekirin û revandina şoreşger û lîderên Kurdan ji aliyê PDK`ê di sedsala 20`an de, tîne bîra mirov.

PDK ji bo rejîma Îranê û istîxbarata wê û MÎT’a Tirk razî bike, bi fermana wan gelek kesayetên Kurd ên ku li dijî rejîmên Îran û Tirkiyê serî hildan, kuştin.

Di vê raporê de, em ê mînakên çend kesayetên Kurd ku ji aliyê PDK`ê ve hatin tesfiyekirin, bînin bîra xwendevanan.

TESFIYEKIRINA ŞOREŞGERÊN ROJHILATÊ KURDISTANÊ

Di sala 1967-1968`an de, komeke ji şoreşger, kesayetên Kurd û çend pêşmergeyên serdema Komara Mehebatê de wekî Silêman Moînî ku bi navê Fayiq Emîn dihat naskirin, Mele Ehmed Şelmaşî, Ismaîl Şerîf Zade, Mihemed Sîracî, Qadir Şerîf, Xelîl Şewbaş, Ebdulah Ishaq ku bi navê Ehmed Tewfîq dihat naskirin, ji bo destxistina mafên Kurdan li Rojhilatê Kurdistanê li dijî rejîma Şahê Îranê serî hildan û dest bi rêzeçalakiyan kirin.

Rejîma Şah li hemberî rêzeçalakiyên welatparêzên Kurdan, bê çare mabû û herçiqas hewl da ku wan şoregeran bigire an jî bikuje, lê hewldanên wê têk çûn. Rejîma Şah ji bo ku wan şoregeran qetil bike, alîkarî ji PDK`ê xwest ku di wê demê de navbera rejîma Şah û PDK`ê gelek hevkarî hebû. Wekî ku pêşiyên me gotî, "Kurmê darê, ji darê ye" PDK daxwaza Şahê Îranê bicih anî û dest bi reşkirina şoreşergerên Rojhilatê Kurdistanê kir.

Di heman demê de, çekdarên PDK`ê li herêmeke nêzî Sîdeka a girêdayî parêzgeha Silêmaniyê, şoreşgerên Rojhilatê Kurdistanê xistin kemînê. Di encamê de, pêşengê wan Silêman Moînî û Xelîl Şewbaş, girtin. Piştre çekdarên PDK`ê li pêşiya çavê Moînî, hevreyê wî Xelîl Şewbaş bi guleyan qetil kirin.

Piştre, çekdarên PDK`ê Silêman Moînî xistin zindanê û heqaret li wî kirin. Gelek kesayetên PDK`ê yên nêzî Mele Mustefa Barzanî hewl dan ku Moînî vîna xwe radest bike û bibe ajanê wan. Lê Moînî di zindanê de li hemberî hemû hewldanên PDK`ê liberxwe da û radestî wan nebû. Herî dawî hêzên çekdar ên PDK`ê di 15`ê Gulana 1968`an de, bi fermana Barzanî Silêman Moînî kuşt û cenazeyê wî radestî rêveberê istixbarat û ewlehiya neteweyî ya Îranê, kirin.

Lê hewldanên qetilkirin û tesfiyekirina şoreşger û kesayetên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê PDK`ê ve bidawî nebû. Piştî qetilkirina Moînî û hevreyê wî Şewbaş, PDK`ê Mele Ehmed Şelmaşî û hevreyê wî Encîl Ezher, her wiha gelek rêveber, şoreşger û pêşmergeyên Rojhilatê Kurditanê ku hejmara wan 70 kes bû, qetil kirin.

TESFIYRKIRINA KESAYETÊN KURD LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

PDK`ê ne tenê li Rojhilat, lê belê li Başûrê Kurdistanê jî li dijî kesayetên Kurd dest bi operasyoneke tesfiyekirinê kir. Di vê çarçoveyê de, PDK`ê di sala 1963`an de, li hundirê bajarê Silêmaniyê li dijî kadroyên pêşeng ên Partiya Kominîst hemleyeke tesfiyekirinê dest pê kir û gelek ji wan pêşengan qetil kir. PDK`ê gundê Kanî Masî ya nêzî Silêmaniyê, veguhirand goristanekê ji bo kesayetên dijberî PDK`ê.

Sala 1964`an de, rêveberê PDK`ê hêzeke mezin şand herêma Mawat da ku endamên nivîsgeha siyasî ya ku ji PDK`ê veqetiyane, bigirin û bikujin. Di encamê de, şer di navbera herdu aliyan de derket. Endamên ku ji PDK`ê veqetiyane ji tirsa ku werin kuştin, reviyan Îranê.

Sala 1971`an li ser xwesteka istixbarata dewleta Tirk MÎT`ê, PDK`ê li dijî sekretêrên PDK-Tirkiyê Seîd Elçî û Dr. Şivan (Seid Kirmizîtoprak) dest bi operasyoneke qirêj kir. Di vê çarçoveyê de, çekdarên Parastin (Hêzên istixbarata PDK’ê) li gundê Qomriyê yê nêzî sînorê Tirkiyê Seîd Elcî kuştin. Piştre, bi bihane qetilkirina Seîd Elcî, hêzên Parastin Dr.Şivan ku wê demê li Başûrê Kurdistanê bû, girtin. Piştî çend mehan, çekdarên Parastin Dr. Şivan jî kuştin.

Mele PDK’ê ne tenê kesayetên Kurd, an jî Ii ser xwesteka rejîmên Îranê û Tirkiyê, xeynî wî jî gelek kes qetil dikirin. Lê belê hewldana qetilkirina zarokên xwe jî kirine. Li gorî agahiyan, kurê mezin ê Mele Mustefa Barzanî, Ubêdulah li dijî siyaset û kiryarên bav û birayên xwe bû.  Sala 1972`an dema Mele Mustefa Barzanî biryara kuştina kurê xwe Ubêdulah da, Ubêdulah ku di wê demê de di zindana Xelan de bû, reviya. Ubêdulah xwe spart herêmên Belî û Barzan. Mele Mustefa Barzanî gef li şêx Osman Ehmed ku wê demê rêvebertiya herêma Barzan dikir, xwar da ku Ubêdulah ji herêmê biqewitîne. Di dawiya heman salê de, Ubêdulah neçar ma xwe radestî rejîma Baas a Iraqê bike. Rejîma Baas jî sala 1983`an de Ubêdulah tevî birayên wî Loqman û Sabir qetil kir.

Sala 1972`an piştî ku 12 kadroyên Partiya Komînist a Iraqê dewreya xweya perwerdê li Rûsyayê xelas kir û bi rêya Sûriyê derbasî Iraqê bûn, li herêma Behdînan ji aliyê rêveberê leşkerî yê PDK`ê Îsa Siwar ve têne girtin û piştre têne tesfiyekirin. Heta niha cihê gorên wan nayê zanîn.

Di 16’ê Gulana 1997’an de, hêzên çekdar ên PDK`ê li Hewlêrê li dijî nexweşxaneyeke ku zêdetirî 80 gerîlayên Tevgera Azadiya Kurdistanê dihatin dermankirin, komkujiyek pêk anî. Di encamê de, hemû kadroyên PKK`ê şehîd bûn û heta niha cihê gorên wan û tu agahiyên din nayê zanîn.

Yek ji şahîdên tesfiyekirina şoreşgerên Kurdan ji aliyê PDK`ê di wan deman de, pêşmergeyê YNK’ê yê berê Cewdet Sezgîn ji ANF`ê re ev agahî dan:“Di sala 1978’an de dibin pêşengtiya Elî Eskerî, Dr. Xalîd û Şêx Huseyîn komek ji 700 pêşmergeyî derbasî sînorên Şemzînan bûn û komek jî ji aliyê Qendîlê ve xwest êrişî hêzên rejîmê bike. Lê berî ku hevalên me êrişî rejîma Sedam bike, ji aliyê pêşmergeyên PDK’ê ve ketin kemînê û li gel Elî Eskerî, Dr. Xalîd û Şêx Huseyîn ve gelek hevalên me li ser sînorên Şemzînan hatin şehîdkirin."

Ji bilî van bûyeran, hîna bi dehan bûyer û komkujiyên ku PDK`ê li dijî tevger û kesayetên Kurd  li Bakur û Rojava kirine, divê werin lêkolînkirin û rastiya wê ji gelê Kurd re were eşkerekirin. Piştî bi dehan sal li ser van bûyerên tesfiyekirinê re derbas bû û di demeke ku dewleta Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê êrişên qirkirinê daye destpêkirin, PDK hevkariya dewleta Tirk dike û herêmên gerîla dixe dorpêçê.

Ev yek diyar dike ku zîhniyeta PDK`ê ya tesfiyekirin û tunekirina tevger û kesayetên kurdî dewam dike.

Lê pirsa ku xwe dide nîşandan, gelo wê çarenûsa nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD`ê mîna çarenûsa kesayetên şoreşger û kesayetên Kurd bin?.!

ANHA