ROJEVA NAVNDA NÛÇEYAN A 09-07-2021'AN

ROJEVA NAVNDA NÛÇEYAN A 09-07-2021'AN
8 tîrmeh, 2021   23:00

-Rêxistina PYD'ê ya navçeya Qenaya ya kantona Kobanê kongreya xwe li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Parêzer Xalid Îbrahîm got: "Dîtina çareseriyekê ji dosyaya çeteyên DAIŞ'ê re berpirsyartiya Koalîsyona Naveteweyî û dewletên Ewropayê ye, ji ber ku şerê li dijî DAIŞ'ê li gorî biryareke navneteweyî  pêk tê û ne tenê şerê leşkerî ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Îsamîl Xalid got ihtîmal heye ku Rûsya veto li dijî biryara vekirina deriyê sînor ê Til Koçerê bi kar bîne û ji vê yekê armanc dike ji aliyê aborî ve herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dorpêç bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Partiya Demoqrat a Kurdî ya Sûrî diyar kir ku Ebdulhekîm Beşar bi daxuyaniya xwe piştgiriya siyaseta qirkirin û guhertina demografîk li Efrîna dagirkirî, dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Endama Desteya Serokatiya MSD'ê Fehîma Hemo got, dewleta Tirk bi zanebûn ewlehî û aramiya bajarê Minbicê xirab dike û got, îrade û hevgirtina gel planên dagirkeriyê têk dibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- PDK ji despêkê heya roja me, zîhniyeta tesfiyekirin, qetilkirin û revandina şoreşger û kesayetên Kurd dewam dike û karnameya wan jî li ser vê mijarê tarî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hevseroka Navenda Lêkolînan û Şêwira Dîplomasî Evîn Siwêd komxebata diyalogê ya têkildarî xeteriya dagirkeriya Tirk a li ser Kurdistanê bi gaveke erênî ji bo diyarkirina helwesta kurdî li hemberî van êrişan û planên derxistina şerê kurd bi kurd bi nav kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Beşdarên komxebata diyalogê diyar kir ku lidarxistina komxebatê gaveke girîn û pêwîst bû hêvî kirin hêzên kurdistanî kongreyeke neteweyî kurdistanî ku hemû hêzên kurdî li ser masyekê kom bikin, li dar bixin da ku nakokiyên xwe çareser bikin û xeteriyên li hemberî doza gelê Kurd rakin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Amerîka û NATO'yê bi bêdengî ji Afgaistanê derdikevin û Tevgera Talîban bi pêş  de diçe. Hişyarî hene ku şerekî navxweyî rû bide û çalakiyên terorîst vegerin û ji Kabul heta Sûriyê û Iraqê belav bibin. Gelo armanca Washingtonê çi ye û rewş ber bi ku ve diçe? (BI WÊNE ).

JIN

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker di nava sê sal û şeş mehên dawî de, sûcên herî hovane li dijî jinên Efrînê pêk anîn. Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê û Kongreya Star, 83 jin hatin qetilkirin û hezar û 200 jin jî hatin revandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Jinên Hesekê, Dêrazor û Minbicê qetilkirina jinan şermezar kir û got, sedem çi dibe bila bibe nabe tundî li ser jinan were kirin û werin qetilkirin. Her wiha destnîşan kirin ku Eyde  û Aye xaleke şerm li ser rûyê qatilan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamên jin ên Meclisa Navçeya Şehba diyar kirin ku komplo bi girtina rêber Abdullah Ocalan bi dawî nebû, lê êrişên xwe yên li dijî herêmên Kurdistanê hîn jî didomîne. Her wiha piştgiriya xwe ji pêngavên grevên birçîbûnê re nîşan da. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Bi diruşmeya "Bi çanda Hîlala Zêrîn û hunerên gelê şoreşger, em ê dagirkeriyê têk bibin", Tevgera Hîlala Zêrîn a Herêma Efrînê amadekariyên hefteya çandî û hunerî, bi beşdariya 13 komên hunerî yên kantona Şehbayê, dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Navenda Aborî ya girêdayî Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê bi armanca dagirtina sûkan bi kelûpelên erzan gelek kooperatîfan vedike. Her wiha ji vê yekê dixwaze ku malbatên şehîdan sûdê bigirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA