Komxebata diyalogê: Li hemberî dagirkeriyê divê helwesta kurdî xurt be

Di dawiya komxebata diyalogê de banga helwesteke xurt li hemberî dagirkeriyê û heramkirina şerê navxweyî hate kirin.

Komxebata diyalogê: Li hemberî dagirkeriyê divê helwesta kurdî xurt be
8 tîrmeh, 2021   15:10
QAMIŞLO

Komxebata KNK-Rojava ya bi dirûşmeya “Bi yekitiya neteweyî em ê dagirkeriyê têk bibin û rê li ber şerê navxweyî bigirin”, bi dawî bû.

Di komxebata diyalogê de, partiyên Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tevahî sandîqe, yekitî û komeleyên çandî, rêxistinê civaka sivîl, oldar, kesayetên welatparêz, rûspiyên eşîrên Kurd û Meclisa Rûspiyan beşdar bûn, lê tevî vexwendnameya fermî, ENKS, P.D.K-S amade nebûn.

Komxebat bi van biryaran bi dawî bû

-Pêwîste hemû astengiyên li pêş diyaloga kurdî-kurdî werin rakirin.

-Hincet çi dibe bila bibe divê şerê Kurd bi Kurd were heramkirin.

-Ji bo têkbirina dagirkeriyê û rawestandina destwerdana Tirkiyê di kar û barên hundirîn ên Kurdistanê divê helwesta raya giştî ya Kurdistanê were xurtkirin.

-Divê pabendî bi lihevkirinên kurdî-kurdî were kirin, bi taybet lihevkirina 1982’yan a ji bo pêşîlêgirtina şerê kurdî-kurdî.

-Bang li aliyên Kurdistanî dikin ku hemleyên çapemeniyê yên reşkirinê berdin.

-Divê nakokî bi rêya diyalogê werin çareserkirin.

-Ji bo parastina kurdan, bang li birayên xwe yên di rêveberiya PDK’ê de dikin ku hêzên xwe neşîne herêmên şer.

-Bi armanca parastina destkeftiyên kurdan, divê kongreyeke neteweyî ya kurdistanî di zûtirîn demê de were lidarxistin.

-KNK-Rojava şandeyekê erkedar dike da ku van encamnameyan bigihîne tevahî hêz û partiyên Kurdistanî.

(fr)

ANHA