Şêniyên Reqayê li dijî qetilkirina zarokan meşiyan

Qetilkirina zaroka bi navê Eyde El-Seîdo bi meşekê li Reqayê hate şeremzarkirin û banga darizandina kujeran hate kirin.

Şêniyên Reqayê li dijî qetilkirina zarokan meşiyan
Şêniyên Reqayê li dijî qetilkirina zarokan meşiyan
Şêniyên Reqayê li dijî qetilkirina zarokan meşiyan
Şêniyên Reqayê li dijî qetilkirina zarokan meşiyan
Şêniyên Reqayê li dijî qetilkirina zarokan meşiyan
Şêniyên Reqayê li dijî qetilkirina zarokan meşiyan
Şêniyên Reqayê li dijî qetilkirina zarokan meşiyan
8 tîrmeh, 2021   17:07
REQA

Li ser banga Meclisa Giştî ya Reqa û gundewarê wê, bi dehan şêniyên Reqayê daketin qadan û qetilkirina zaroka bi navê Eyde El-Seîdo ji aliyê malbatê wê ve şermezar kir.

Meş ji ber Nexweşxaneya Wetenî ya naverasta bajar dest pê kir. Di meşê de pankartên bi nivîsên "Bi paşketina we we Eyde qetil kir, na ji kuştina bi navê şerefê re" hatin vekirin û diruşmeyên bi banga rawestandina tundiya li ser jinan û darizandina kujerên Eyde û Aye hatin berzkirin.

/ar/uploads/files/2021/07/08/164346_luy-alaysa.webp

Meş  li çerxerêya El-Neîm rawestiya û daxuyaniyek ji aliyê hevserokê meclisê Lûey El-Îsa ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de qetilkirina jinan bi navê "sûcên şerefê" hate şermezarkirin û hate gotin ku ev sûc ne mirovî ye û nîşaneya paşketin û cahiltiyê ye.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin: "Sûcê ku li gundewarê Hesekê bi navê şerefê li dijî zarokekê hate kirin mînake herî diyar a wehşiyet, cahiltî û adetên paşverû ye ku li civakên me belav bûne. Gunehê zarokê çi bû ku bi vî rêbazê were kuştin, gunehê wê ew bû ku qebûl nekir bi pismamê xwe re bizewice û nêrîna xwe parve bike.

Ka mirovahî û wijdan ji van kiryaran. Ev ne sûcê yekemîn e ku li dijî jinan tê kirin, lê sûcên Ii dijî jinan berdewam in. "

Di daxuyaniyê de banga birîna cezayên giran li qatilin Eyde hate kirin, her wiha bang li civaka navneteweyî, rêxistinên hiqûqî û mirovî hate kirin ku gav û tedbîrên cidî li hemberî binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigirin.

Çalakî bi diruşmeyên şermezarkirina sûcên li dijî jinan bi dawî bû.

ANHA