ˈSûcên dewleta Tirk pêk tîne, berdewama siyaseta wê ya jenosîdê yeˈ

Di beşa yekemîn a Komxebata Diyalogê ya KNK-Rojava de îşaret bi kiryarên li dijî Kurdan pêk tên, hate kirin û hate gotin sûcên niha li Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê û Başûrê Kurdistanê tên kirin, berdewama jenosîdê ye ku ji aliyê dewleta Tirk ve tê meşandin.

ˈSûcên dewleta Tirk pêk tîne, berdewama siyaseta wê ya jenosîdê yeˈ
8 tîrmeh, 2021   10:35
QAMIŞLO

Îro Komxebata Diyalogê ya KNK-Rojava bi dirûşmeya “bi yekitiya neteweyî em ê dagirkeriyê têk bibin û rê li şerê navxweyî bigirin”, bi axaftina endamê Desteya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Ekrem Hiso dest pê kir. Ekrem Hiso daxuyand ku armanca komxebatê ew e ku bigihêjin nêrînên hevbeş da ku li hemberî xeteriyên li ser gelê Kurd bisekinin.

Piştre têkildarî beşê yekemîn “Xeteriyên dagirkeriya Tirk li ser Kurdistanê di aliyê dîrokî de” deriyê nîqaşê vebû. Ev beş ji aliyê Sekerterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (P.D.K.S) Cemal Şêx Baqî û endama rêveberiya Desteya Rêveber a KNK-Rojava Ebîr Hesaf ve, hate birêvebirin.

Di beşê yekemîn de li ser dijminahiyê dîrokî ya dewleta Tirk ji gelê Kurd û hemû gelên Kurdistanê re ji hevpeymana Amasya û heta hevpeymanên Qesra Şêrîn û Lozanê û heta roja me ya îro, hate rawestandin.

Ebîr di axaftina xwe de behsa bikaranîna hin aliyên kurdî ji bo parçekirina gelê Kurd û pêkanîna komkujiyan li dijî Kurd ji dema serhildana Şêx Seîd ve û heta roja îro, kir.

Ebîr daxuyand ku dewleta Tirk a dagirker di hemû şerên xwe de ola îslamê bi kar anî û hîna jî vê ferasetê dimeşîne. Her wiha Ebîr destnîşan kir ku piştî peymana Syks-Picot û peymana Lozanê sala 1916`an ya di navbera hêzên hevalbend di şerê cîhanê yê yekemîn de, Kurdistan di navbera Iraq, Sûriye, Îran û Tirkiyê de dabeşî çar parçeyan hate kirin.

Ebîr Hesaf da zanîn ku dewletên ku Kurdistan dagir kirine Kurd ji mafên wan bêpar kirin û li herêmên Kurdan guhertina demografiyê pêk anîn û nasnameya kurdî û kurdistanê bi hewldanên tunekirinê re rû bi rû ma. Ebîr wiha domand: “Li Iraqê nasnmaya kurdî hate çewisandin û Başûrê Kurdistanê gelek caran veguherî qada şer. li Îranê jî hemû serhildanên kurdî yên di dîroka nûjen de û di serî de serhildana Qadî Mihemed, hatin têkbirin. Li Sûriyê jî li dijî Kurdan siyaseta çewisandinê hate meşandin, ji kembera erebî bigire û heta kişandina nasnameya Sûriyê ji Kurdan.”

Ebîr Hesab destnîşan kir ku gelê Kurd ji ber dewleta Tirk a dagirker gelek azar kişand û wiha berdewam kir: “Dagirkeriya Tirk binpêkirin û komkujî li dijî Kurdan pêk anîn. Zimanê tirkî ferz kir, lixwekirina cilên kurdî qedexe kir û li herêmên Kurdan siyaseta tirkkirinê meşand. Her wiha hemû serhildanên Kurdan hatin têkbirin. Wekî serhildana Şêx Seîd ya sala 1925`an, ku li ser wê yekê zêdetirî 40 hezar mirovên Kurd jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran koçber bûn. Di salên 1970`î de dewleta Tirk bi sedan gundên Kurdan şewitand û bi hezaran şêniyên wan gundan da koçberkirin.”

Li aliyekî din Cemal Şêx Baqî diyar kir ku gelê Kurdî xwedî dîrokeke dirêj a bi dagirkeriyê re ye.

Her wiha Şêx Baqî destnîşan kir ku gelek dewletên dagirker hêzên herêmî bi kar tîne da ku herêmê dagir bike, mîna ku dewleta Tirk li gelek herêmên Sûriyê kiriye û Îran li gelek herêmên Iraqê kiriye. Şêx Baqî anî ziman ku dewletên Kurdistanê dagir kiriye, bi armanca talankirina xêrûbereketên wê, tunekirina erdnîgariya wê, nasnameya wê bi awayekî neyekser, bi rêbazên herî hov dagir kir û hîna dagir dike. 

Şêx Baqî bal kişand ser dagirkirina dewleta Tirk a Efrînê û got: “Bi hinceta hebûna hêzên terorîst Efrîn hat dagirkirin. Gelo li gorî nêrîna dewleta Tirk terorîst kî ne? bi nêrîna wê Yekîneyên Parastina Gel (YPG-YPJ) û Rêveberiya Xweser hêzên terorîst in. Ev hêzên ku teror li Rojava tune kir û ji bo gelê Kurd û gelên herêmê fedekariyên mezin dan.”

Şêx Baqî da zanîn ku Rêveberiya Xweser dijbertiya dewleta Tirk nekir û êrişî wê nekir, dîsa jî dewleta Tirk tunekirina gelê Kurd armanc dike û wiha pê domand: Dewleta Tirk komkujiyên hovane li dijî şêniyên Efrînê pêk tîne. Mîna van sûcan li tu herêmeke dagirkirî ya din pêk nehatiye. Ev yek hovîtiya dewleta Tirk a li dijî Kurdan isbat dike.

'ARMANCA SEREKE QIRKIRINA KURDAN E'

Her wiha Şêx Baqî piştrast kir ku armanca sereke qirkirina Kurdan e û bi armanca dagirkirinê di vê dawiyê de dewleta Tirk bi hincetên ne rast êrişî Başûrê Kurdistanê kir. Şêx Baqî bang kir ku divê Kurd vê rastiyê fêm bikin û ji hevkariya bi dewleta Tirk hişyar bin.

Piştî bidawîbûna her du mijaran, derfet ji beşdaran re hat dayîn ku nêrînên xwe bêjin. Beşdaran behsa dagirkirina Kurdistanê, sûcên li dijî gelê Kurd li Kurdistanê tên kirin ku dighêjin asta qirkirinê bi taybet piştî avabûna komara Tirkiyê.

Beşdaran diyar kir ku sûcên ku niha li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û Başûrê Kurdistanê tên kirin, berdewama jenosîd e û netevlêbûna gelek hêzên kurdî yên Rojava di komxebatê de rexne kirin. Komîteya amadekar piştrast kir ku wan vexwendname ji hemû hêz, partiyên Kurd û kesayetên Encûmena Nîştimanî ya Kurd (ENKS) re şandine lê ew beşdar nebûn.

Her wiha Beşdaran destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker niha bi awayekî yekser jin û ciwan dike hedef ji ber ku baş fêm kiriye ku jin û ciwan damara şoreşan e.

Tê payîn ku piştî navbera nîvro, beşa duyemîn a komxebatê ya bi navnîşan "Di vê demê de divê kurd çi bikin" berdewam bike. Dê Foza Yusif û parêzer Fadil Mûse vê mijarê birêve bibin.

(cx-şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/PHZezqdgMXg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>