​​​​​​​HPG: Di çalakiyên gerîlayan de 6 dagirker hatin kuştin

HPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di çarçoveya pêngavên şoreşger ên dijî dewleta Tirk a dagirker li Metîna û Xakurkê de,  6 dagirker hatin kuştin.

​​​​​​​HPG: Di çalakiyên gerîlayan de 6 dagirker hatin kuştin
8 tîrmeh, 2021   10:30
NAVENDA NÛÇEYAN 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir çalakî bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê û Bazên Zagrosê pêk hatiye. Li gorî daxuyaniyê li herêma Metîna 3 û li herêma Xakurkê 3 dagirker hatine cezakirin.

Daxuyanî wiha ye:

"1. çarçoweya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê li herêma Metîna;

7`ê Tîrmehê saet 19:30'an li Girê Koordîne çalakiyek dijî dagirkeran hatiye kirin. Baskê pêşî yê çalakiyê mewziya ku 2 dagirker tê de bûn irine hedef, mewzî rûxandine û 2 dagirkerên li mewziyê hatine cezakirin. Baskê duyan ê çalakiyê mewziyeke dî ya li gir kirine hedef, mewziya ku bûyî hedef hatiye rûxandin û 1 dagirkerê li mewziyê hatiye cezakirin.

Di vê çalakiyê de ku bi taktîka gerîlayê serdema nû hatiye kirin 3 dagirker hatine cezakirin, 2 mewzî bi temamî hatine rûxandin.

2. Bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê li herêma Xakurkê;

7`ê Tîrmehê saet 08:30'an li Girê Şehîd Şervan ê Lêlikanê li dijî dagirker çalakiyek hatiye kirin. Di çalakiyê de mewziyeke dijmin a li gir hatiye rûaxandin û 3 dagirker hatine cezakirin. Piştî çalakiyê dagirkeran windahiyên xwe bi wesayitên sivîl ji qadê rakirin.

Li gorî daxuyaniyê, ''7'ê Tîrmehê saet di navbeyna 21:15-23:00'an de li qada Mervans a Avaşînê û Tabûra Ereban çûnûhatine helîkoptêran çêbûye.''