Jinên Efganistanê amade ne çek rakin û şerê Talîban bikin

Li Efganistanê bi sedan jinên herêma Gor çek ra kirin û li dijî tevgera Talîban dirûşm berz kirin. Her wiha gelek ji wan piştrast kir ku amade ne şer bikin.

Jinên Efganistanê amade ne çek rakin û şerê Talîban bikin
8 tîrmeh, 2021   10:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi sedan jin li herêma Gor a Efganistanê daketin kolanan û li dijî tevgera Talîban xwepêşendan li dar xist.

Li gorî The Guardian a Brîtanyayê seroka gerînendetiya jinan a Gor Halima Prestich got: "Gelek jinan xwest peyamekê bidin ku ew piştgiriya artêşa Efganistanê dikin. Lê gelekan piştrast kir ku ew amade şer bikin.

Jinan destnîşan kir ku ew qebûl nakin ku welatê wan bikeve bin bandora kesên ku bi awayekî hovane bi jinan re didin û distînin, ji ber wê çek rakir.

Hakimê herêma Gor Abdul Zaher Faizadeh got gelek jinên ku daketine xwepêşendanan li dijî Talîban şer kirine.

Di dirêjahiya 20 salên borî de gelek jin tev li hêzên ewlehiyê yên Efganistanê bû.

(şx)