Şêxên eşîrên Reqa: Divê kujerên zarokên Hesekê werin cezakirin

Şêx û rûspiyên eşîrîn li Reqayê sûcê ku li bajarê Hesekê destpêka hefteya derbasbûyî pêk hat, şermezar kir û bang li Desteya Edaleta Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li dijî sûcdaran, cezayên tund bibirin.

Şêxên eşîrên Reqa: Divê kujerên zarokên Hesekê werin cezakirin
8 tîrmeh, 2021   08:42
REQA-XALID EL-CUMA

Şêx û rûspiyên eşîrên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcê li dijî Eyde El-Seîdo pêk hatiye bi hovantirîn sûcê li herêmê wesif kir.

Gel bi rêya çalakiyên cur be cur yên gelêrî, civakî û olî ev sûc şermezar kir û bang li aliyên peywendîdar kir ku sûcdaran darizînin.

Şêxê Eşîra El-Elî Remedan El-Rehal got: "Sûcê ku ew kujer pê rabûn derveyî ola îslamê, xiristiyanî, cihûtî û tevahiya olan e, çi gunehê vê zarokê bû ku bi vî awayê hovane were qetilkirin."

El-Rehal diyar kir ku di zewacê de nabe jin bi darê zorê hevjînê xwe hilbijêre, îca çawa ku zaroka bi navê Eyde ku di bin navê namûsê de hate qetilkirin.

El-Rehal bang li serokatiya Desteya Adaleta Civakî kir ku vî sûcî di berçavan re derbas bike û li dijî sûcdaran tundirîn ceza bibire, da ku ji kesên din re bibe dersek.

Şêxê eşîra Sebxe, Tirkî El-Soan axivî û sûcê qetilkirina zaroka bi navê Eyde El-Seîdo bi hovanetirîn wesif kir û got: "Li herêmê ev hovîtirîn sûc e, ma gelo şerf ew e ku bi vî rêbazî mirov zarokekê qetil bike, we bi cenazeyê wê lîst, gule lê reşandin û dîmenê wê kişand, gelo ka şerefa di vê yekê de?"

Tirkî El-Soan ev nirxandin kir: "Adetên me rê nedaye û dê nede kiryarekî wiha kirêt ku wan sûcdaran pêk anî, bike, gelo qetilkirina zarokê ji bo vê doza ku we navê namûsê lê kir, çareserî bû, ka şerefa di vê dozê de, diviyabû mijar bi lihevanînê çareser bikirana, zarokê tu sûc nekiribû ku were qetilkirin heta tu maf tune ye ku tu mirovek were qetilkirin."

Tirkî El-Soan di dawiyê de destnîşan kir ku divê sûcdar were cezakirin û Desteya Adaleta Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gorî tê xwestin mijarê bişopîne.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ZlXkBw2Zm28" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>