Herêma Kesk a Iraqê bi 3 moşekan hate hedefgirtin

Li dijî Balyozxaneya Amerîka ya li Bexdayê êrişa bi moşekên katyoşa pêk hat.

Herêma Kesk a Iraqê bi 3 moşekan hate hedefgirtin
8 tîrmeh, 2021   08:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya artêşa Iraqê, li dijî Balyozxaneya Amerîka ya li Herêma Kesk a paytexta Iraq Bexdayê êrişeke bi moşekan pêk hat. Artêşa Iraqê ragihand ku êriş bi 3 moşekan pêk hatiye.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên ewlehiyê ji “Reutersê” re ragihandine; balyozxane bi 2 moşekan hedef hatiye girtin. Çavkaniyan diyar kir ku ji moşekek jê ji aliyê Pergala Parastina Hewayî ve hatiye astengkirin û yek jî li erda vala ketiye.

Di demên dawîn de êrişên li dijî hêzên Amerîka yên li Iraqê zêde bûne. Amerîka, komên nêzî Îranê berpirsyara êrişan dibîne.

(cx)