Dewriyeya Rûsya-artêşa Tirk li gundewarên Tirbespiyê û Çilaxa

Vê sibehê hêzên Rûsya tevî hêzên artêşa Tirk a dagirker li gundên Aliyan ên navçeyên Tirbespiyê û Çilaxa, dewriyeyeke hevbeş meşandin.

Dewriyeya Rûsya-artêşa Tirk li gundewarên Tirbespiyê û Çilaxa
8 tîrmeh, 2021   10:54
QAMIŞLO

Di çarçoveya peymana di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û Rûsya de ji aliyekî ve û Rûsya û dewleta Tirk ji aliyekî din ve, vê sibehê dewriyeyek hevbeş a Rûsya-artêşa Tirk li ser dirêjahiya xeta sînor li gundên herêma Aliyan ên li navçeyên Çilaxa û Tirbespiyê yên girêdayî kantona Qamişlo hate meşandin.

Dewriyeyê ji bajarokê Dêrina Axê ya Çilaxa dest pê kir û di gundên Etibê, Şîtka, Babasî, Kêl Hesenak, Dêrina Qulinga, Girdêm, Til Xatûn û Şelhûmiyê re geriya û piştre vegeriya nuqteya destpêkê.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/iQ20ieV6e4E" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>