Mezlûm Umer: Girtina dergeha Til Koçer xizmeta ajandeyên derve dike

Hevserokê Meclisa Rêveber a Tebqayê Mezlûm Umer got, berdewamkirina girtina dergeha Til Koçerê xizmeta ajandeyên dewletên herêmî dike, da ku wan razî bike û maf bide wan ku li dijî gelê herêmê siyasetan bimeşînin. Her wiha bang li civaka navneteweyî kir ku dergehê ji bo derbaskirina alîkariyên  mirovî veke.

Mezlûm Umer: Girtina dergeha Til Koçer xizmeta ajandeyên derve dike
8 tîrmeh, 2021   00:46
TEBQA

Bi armanca têkbirina projeya Rêveberiya Xweser, ferzkirina ambargo û berdewamkirina siyaseta girtina dergeh û deriyên sînorî, roj bi  roj zextên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibin, armanc ji van siyasetan ew e ku piştî alîkariyên mirovî li ser herêmên Rêveberiya Xweser qut bûn, rewşa aborî û tenduristî kambaxtir bibe, di encamê de bandoreke neyênî li ser gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê were kirin. Lê gelê van herêman li dijî çeteyên DAIŞ`ê yên ku gef li ewlehiya cîhanê tevahî dixwarin, şer kirin û parastina erda xwe kirin.

Biryara Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ku alîkariyên mirovî tenê di dergehekê re derbas bibin, ku ew jî dergeha Bab El-Hewa ya di bin kontrola çeteyên Tirkiyê de ye, bandoreke neyênî li rewşa mirovî û tenduristî ya tevahiya niştecih û koçberên ku li kampên herêmên Rêveberiya Xweser in dike.

Der barê vê yekê de Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Tebqayê Mezlûm Umer axivî û îşaret bi girîngiya vekirina dergehê kir û wiha got: "Dergeha herî girîng, dergeha Til Koçer a sînorî ya bi ser Iraqê ve ye, da ku alîkariyên mirovî werin derbaskirin."

Mezlûm Umer da zanîn ku girtina dergeha Til Koçerê bi armanca xizmetkirina ajandeyên derve yên hin dewletên herêmî ye da ku wan razî bike û rê bide wan ku siyaseta birçîkirinê ya li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam bikin.

Umer ev li gotina xwe zêde kir: "Dema civaka navneteweyî van biryaran erê dike, tê wateya ku şirîk e, bi wê re hem şerê gel hem jî şerê rêveberiyê dike. Lê vî gelî di oxira rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ’ê de gelek qurbanî dan."

Umer ev nirxandin kir: "Siyaseta li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê meşandin, nexasim girtina dergehan, ji yek rêbazên şerê plankirî ye ku dewleta Tirk jî beşdarî wê ye. Ji wê zêdetir jî şerê taybet hene, mîna qutkirina avê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ew jî wekî zirara girtina dergehan a li ser herêmê ye."

Mezlûm Umer bang li civaka navneteweyî kir, di serî de DYA`yê, Rûsya û dewletên îdiaya parastina mirovahiyê dikin ku zextê li Konseya Ewlehiyê ya NY`yê bikin da ku dergeha Til Koçerê û hemû dergehan vekin ku rewşa mirovî û aborî vegere rewşa xwe ya asayî.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/A6un6NDGgDU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>