'Komxebata diyalogê ya KNK-Rojava ji bo parastina destkeftiyan girîng e'

Welatiyan hêviyên xwe ji komxebata diyalogê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistan - Rojava anîn ziman û gotin ev form di parastina destkeftiyên şoreşa 19'ê Tîrmehê de yên bi saya xwîna şehîdan hatine bidestxistin pir girîng e.

'Komxebata diyalogê ya KNK-Rojava ji bo parastina destkeftiyan girîng e'
8 tîrmeh, 2021   04:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongreya Neteweyî ya Kurdistan - Rojava, bi diruşmeya (Bi yekîtiya neteweyî em ê dagirkeriyê têk dibin û rê li ber şerê navxweyî bigirin), der barê metirsiyên êrişên dewleta dewleta Tirk a dagirker û girîngiya yekbûna rêzên kurdî, îro komxebata diyalogê li dar dixe.

Welatiyên navçeya Dirbêsiyê û bajarê Kobanê hêviyên di komxebatê de ku wê li bajarê Qamişlo ya herêma Cizîrê were lidarxistin, anîn ziman.

/kr/uploads/files/2021/07/07/200209_-.webp

Welatiyê bi navê Mihemed Salih Mihî, ji navçeya Dirbêsiyê, lidarxistina komxebata diyalogê di vê demê de weke gavek baş ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nirxand û got:" Ji ber ku em di qonaxa giring de derbas dibin, ji aliyekê ve êrişên dewleta Tirk û ji aliyek din ve hewldana belavkirina fitneyê û şer di navbera pêkhateyên herêmê de, tê kirin."

Salih diyar kir ku divê hemû beşdarên vê komxebatê, bi hemû derfetên xwe têbikoşin ku ev diyalog bi ser bikeve, da ku rê li ber pilanên dijmin were girtin.

' HEWCEDARIYA KURDAN BI DIYALOGÊ HEYE'

Der barê çawaniya nêzîkbûna partî û rêxistinan ji komxebatê diyalogê re, Mihî got: "Divê ew bizanibin ku berjewendiya gelê Kurd bingeha her tiştekî ye, ji bo ku planên dijminan pûç bikin, gelê Kurd di vê qonaxê de hewcedariya diyalogek bi vî rengî ye". Mihî bang li hemû hêzên siyasî kir ku baş bixebitin ji bo ev komxebat bi ser bikeve û li gorî berjewendiya gelê Kurd bixebitin.

/kr/uploads/files/2021/07/07/200123_-.webp

Têkildarî mijarê, welatiyên bi navê Xelîl Osî ji bajarê Kobanê bang li tevahî partiyên kurdî kir ku di vê komxebatê de bi hev re bicivin û xewn û xeyala yekîtiya gelê Kurd ku bi sedsalan li bendê ne, bicîh bînin.

Osî peyamek ji beşdaran re şand û got: "Ji vê pêvajoya dîrokî sûd bigirin, ji ber ku dîrok dê hesab ji we bixwaze. Li daxwazên gel guhdarî bikin û yekîtiya xwe ragihînin û daxwaza me ji we ew e ku xwe bi tu alî ve girê nedin."

DEM DEMA YEKÎTIYÊ YE

/kr/uploads/files/2021/07/07/200231_-_1.webp

Jina ciwan a bi navê Hebûn Mihemed a ji Kobanê jî got: "Divê em destên xwe bixin destên hev. Bi yekbûnê em dikarin li dijî dewleta dewleta Tirk a dagirker û her welatekî din ku hewl dide axa me dagir bike, bisekinin. Divê yekîtiya Kurd li hember dijminên me bibe çeka me."

Hebûn wiha dewam kir:"Divê em rê li ber dijminên me ku hewl didin me ji bo berjewedniyên xwe bikar bînin bigirin. Em hêvî dikin ku di Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê de li hev bikin".

/kr/uploads/files/2021/07/07/200149_-.webp

Welatiyê bi navê Ferhan Mîrzo ji navçeya Dirbêsiyê diyar kir ku ev gav pir pîroz û girîng e, ji ber ku ew hewldanek e ji bo yekkirina biryar û nêrînên partî, rêxistin, dezgehên siyasî û yekItiyên çandî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Mîrzo bang li aliyên beşdar kir û got: "Ez hêvî dikim ku hemû alî guhdarî hev du bikin da ku astengî û cudahiyên di nava xwe de  ji holê rabikin."

PARASTINA DESTKEFTIYÊN ŞOREŞA 19'Ê TÎRMEHÊ

Mîrzo bal kişand ser girîngiya vê formê û wiha dewam kir: "Ev komxebata diyalogê ji bo parastina destkeftiyên şoreşa 19'ê Tîrmehê, ku bi saya xwîna şehîdan hatine bidest xistin, girîng e."

Mîrzo her wiha bal kişand ser rola KNK'ê di lidarxistina komxebatê ji bo hemû partiyên kurdî li Rojava ku li hev bicivîn û ev tişt got: "Em piştgirî didin her kesê ku ji bo berjewendiya doza Kurd dixebite."

Ferhan Mîrzo bang li beşdarên komxebata diyalogê kir ku girîngiyê bidin berjewendiya giştî.

(dx)

ANHA