Dewleta Tirk amadekariya şandina bi hezaran çeteyên sûrî ji bo Afganistanê dike

Çavkaniyên ji kantona Efrînê ya dagirkirî daxuyand ku dewleta Tirk a dagirker amadekariya şandina bi hezaran çeteyên sûrî ji bo Afganistanê dike, li gel wê jî artêşa Tirk û çeteyên wê jî sûcên li dijî sivîlên li Efrînê berdewam dikin.

Dewleta Tirk amadekariya şandina bi hezaran çeteyên sûrî ji bo Afganistanê dike
8 tîrmeh, 2021   01:55
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriyê bi bîr xist ku saziya îstixbarata Tirkiyê (MIT) ji serçeteyan xwest ku derdora 2 hezar û 600 çeteyên ji gelek koman amade bikin da ku balafirgeha Kabul a Afganistanê biparêzin.

Li gorî çavkaniyan, îstixbarata Tirkiyê ji berpirsên komên çeteyan re 24`ê Hezîrana derbarbûyî li herêma Hewar Keles a girêdayî bajarê Ezazê ya dagirkirî civînek li dar xist. Çeteyên bi navê Seyf Ebû Bekir ê serçeteyê Firqet El-Hemzat, Sair ê ku bi serçeteyê "Semerqend" tê naskirin, Hisên Xeyrî yê ji serçeteyê "Lîwaa Siqûr El-Şemal", Fehîm Îsa serçeteyê"Firqet El-Sultan Murad", Mihemed El-Casim ê bi nasnav Ebû Emşe yê serçeteyê"Lîwaa Silêman Şah" û Yasir Ebdurehîm serçeteyê"Feyleq El-Mecid" beşdarî civînê bûn.

Li gorî çavkaniyan, îstixbarata Tirkiyê ji bo çeteyên ku dê beşdarî şerê li Afganistanê bibin, mehane 3 hezar dolar veqetand, tevî ku îstixbarata Tirkiyê dê di çarçoveya şîrketên ewlehiyê yên Tirkiyê de çeteyan bikin leşker. Lê navê şîrketê nehat diyarkirin.

Çavkaniyan eşkere kir ku makanîzmeya şandina çeteyan ber bi Afganistanê ve dê meha bê Îlonê dest pê bike û dê erka wan çeteyan, parastina balafirgeha Kabul, hêzên navneteweyî û avahiyên zindî be.

Li aliyekî din jî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên terorîst li dijî şêniyên Efrînê yên resen hîn jî sûcan pêk tînin, jê qetilkirin, revandin, guhartina demografiyê û desteserkirina mal û milkên sivîlan.

Têkildarî daxuyaniyên Ebdulhekîm Beşar  ku li Efrînê tu sûc nehatine kirin, Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê dîmenek li ser malperên medya civakî belav kir ku tê de gelek şênî behsa sûcên ji aliyê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve, dikin.

/kr/uploads/files/2021/07/07/195606_-.webp

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo axivî û got: "Kesên li Efrînê bi cih bûbûn sîfeta êzidiyan rakirin û di nav xwe de peymanek mohr kir ku rê didin van kesan ku mizgeftan li gundên êzidiyan ava bikin, rê û resmên xwe bi kar bînin, her wiha  kesên bi cih bûne dikarin mal û milkên êzidiyên bi darê zorê koçber bûne, desteser bikin û ji aliyê sendîqeyekê girêdayî wan ve bi rê ve bibin."

Şêxo destnîşan kir ku çeteyên bi navê"Sultan Murad" beriya niha li gundê Xilîlaka yê girêdayî navçeya Bilbilê, girt ser zeviyê welatiyekî Kurd, ew revand û mal û milkê wî talan kir.

Çeteyên Sultan Murad li navçeya Şera li mamosteyeke Kurdî xist û li gundê Qurtqulaqê mamosteyeke din revand.

(eh)

ANHA