Li Dêrikê çalakiyên roja sêyemîn ên hefteya çandê

Li Dêrikê Kevana Zêrîn çalakiyên hefteya çandê li dar xistin, tê de şano û stran hatin pêşkêşkirin.

Li Dêrikê çalakiyên roja sêyemîn ên hefteya çandê
Li Dêrikê çalakiyên roja sêyemîn ên hefteya çandê
Li Dêrikê çalakiyên roja sêyemîn ên hefteya çandê
Li Dêrikê çalakiyên roja sêyemîn ên hefteya çandê
Li Dêrikê çalakiyên roja sêyemîn ên hefteya çandê
Li Dêrikê çalakiyên roja sêyemîn ên hefteya çandê
7 tîrmeh, 2021   21:01
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên Dêrik û Girkê Legê li têketina Dêrikê kom bûn ku tev li şahiya roja sêyemîn a ji hefteya çandê bibin, di şahiyê de gelek komên mûzîk, stran û şano beşdar bûn.

Komên ji Rimêlan, Qamişlo û Dêrikê beşdarî şahiyê bûne, gelek stranên folklorîk pêşkêş kirin, li gelê jî komên şano gelek şano pêşandan.

Çalakiyên roja sêyemîn bi gerandina govendên li ber mûzîk, stranên gelêrî  û folklorîk bi dawî bûn.

Çalakiyên hefteya çandê li tevahî bajar û bajarokên Herêma Cizîrê berdewam in.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/PpWpPdVvBjI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>