Arev Kasabyan: Duh Ermen qetil kirin, îro jî dixwazin Kurdan qetil bikin

Têkildarî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd, hevseroka Meclisa Civakî ya Ermenan Arev Kasabyan hişyarî da û destnîşan kir ku tiştên bi serê gelê Ermenî de anîne, îro hewl didin li ser gelê Kurd dubare bikin.

Arev Kasabyan: Duh Ermen qetil kirin, îro jî dixwazin Kurdan qetil bikin
7 tîrmeh, 2021   23:38
NAVENDA NÛÇEYAN- ZANA DENÎZ

Hevseroka Meclisa Civakî ya Ermenan Arev Kasabyan êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê şibandn Komkujiya Ermenan a 1915'an û got tişta ku îro li dijî Kurdan tê kirin, heman polîtîka ye.

Arev Kasabyan diyar kir ku dewleta Tirk di zîhniyeta Îttîhat û Terakkiyê de israr dike û êrişî gelê Kurd û erdnîgariyê wî dike. Kasabyan got:  “Êrişa li dijî Başûrê Kurdistanê dişibe qirkirina ku di sala 1915'an de ji aliyê Osmaniyan ve li dijî me hate kirin."

Kasabyan êrişên dewleta Tirk a dagiker ên 2 mehên dawîn, talana xwezayê û êrişên li dijî cih û warên sivîlan, wek komplo bi nav kir û got: "Ev êriş dişibe pêla êrişan ku ji sala 1914'an heta 1928'an dewam kirin. Ev êriş îro li Başûrê Kurdistanê li dijî gelê Kurd dewam dikin."

'DIXWAZIN KOMKUJIYA SALA 1915'AN ÎRO LI DIJÎ GELÊ KURD PÊK BÎNIN'

Arev Kasabyan diyar kir ku dewleta Tirk êrişî tevahiya gelê Başûr û nemaze gelê Kurd dike û wiha axivî: "Çand, dîrok û xwezaya gelan talan dike. Dewleta Tirk hewl dide çanda gelê Kurd ji xwe re bike mal. Bi gotina ‘yek al, yek ol, yek ziman’ tev digere û qirkirina xwe ya sala 1915'an de îro li dijî gelê Kurd pêk tîne."

Kasabyan diyar kir ku dewleta Tirk îro li hemberî gelê Kurd serî li mîrateya hişmendî û kevneşopa faşîst a Osmaniyan daye û wiha pê de çû: "Di êrişên qirkirinê yên Împaratoriya Osmanî de bi sedan gundên me hatin talankirin. Divê kes nebêje ku ev êriş bi tena serê xwe nabe, dewleta Tirk bi heman zîhniyetê êriş dike. Beriya niha bi 3 salan dewleta Tirk êrişeke bi heman rengî li Efrînê kir. Li Efrînê dar birîn, zeyta zeytûnan dizîn û dibirin Tirkiyê. Ev êriş hê jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam in. Heman êriş li Qerebaxê li dijî Ermenan jî çêbûn. Êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk, ji tiştên ku Împaratoriya Osmanî beriya 106 salan kirin, ne dûr in."

'DEWLETA TIRK LI DIJÎ GELÊ KURD ÇEKÊN KÎMYEWÎ BI KAR TÎNE'

Arev Kasabyan diyar kir ku dewleta Tirk nikare li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi pêş ve biçe û li dijî gerîla çekên kîmyewî bi kar tîne û got: "Dewleta Tirk beriya niha gelek caran li dijî gelê Kurd çekên kîmyewî bi kar anîbûn. Li Serêkaniyê û Efrînê bi çekên kîmyewî êriş kir. Gerîla bi berxwedana xwe ya li hemberî van hemû êrişan, dîrokê çêdike. Gerîla, gel, xweza û dîroka xwe diparêze.”

Kasabyan got: "Dewleta Tirk li Başûr tevahiya gelan dike hedef. Divê mirovên li çar parçeyên Kurdistanê nebêjin ku bi tenê gerîla dikin hedef. Dewleta Tirk bi vê êrişê re li dijî gelê Kurd dest bi plana qirkirinê kir. Her wiha di êrişê de welatiyên din ên herêmê jî birîndar bûn. Dema ku zîhniyeta Osmanî li dijî gelê Ermen êriş pêk anî û zêdetirî 350 hezar nivîskar û rewşenbîr kuştin. Bi vî rengî xwestin dîroka Ermenan ji holê rakin. Dewleta Tirk îro bi girtin û qirkirina şexsên pêşeng ên Kurdan, dixwaze Kurd dîroka xwe ji bîr bikin."

'HEKE PDK LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ HELWESTÊ NÎŞAN NEDE, DÊ DOR WERE WÊ JÎ'

Arev Kasabyan bal kişand ser bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê ya li pêşberî êrişan û bal kişand ser van xalan: "Dewleta Tirk ji bo ku êrişa dagirkeriyê nebîne, dibêje êrişî gerîla dikin. Lê belê armanca sereke ya dagirkeran ew e ku destketiyên gelê Kurd ji holê rakin û mîna di Împaratoriya Osmanî de jî qirkirinê pêk bînin. Heke hikumeta Iraqê û PDK dibêjin ku dikarin ji vê êrişê xelas bibin, ew şaş in. Heke li hemberî dagirkeran helwestê negirin, dê dor were wan."

'CÎNAYETA DENÎZ POYRAZ GELEKÎ DIŞIBE YA HRANT DÎNK'

Arev Kasabyan kuştina Denîz Poyraz a HDP'yî wek dewama kuştina Hrant Dînk şîrove kir û got: "Di navbera qetilkirina Denîz û qetilkirina Hrant de cudahiyeke mezin tune ye. Dewleta Tirk a faşîst bi êrişên bi vî rengî dixwaze civakê bifetisîne. Bi rêya çeteyên xwe van êrişan dike. Ev berdewama siyaseta dewleta Tirk a sîstematîk a tunekirinê ye."

'JI BO KU ÊŞÊN ERMENAN DÎSA DUBARE NEBIN DIVÊ EM BIBIN YEK’

Arev Kasabyan diyar kir ku divê gel li dijî polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk bi hev re li ber xwe bidin û ev yek lê zêde kir: "Bi taybetî li hemberî van êrişan divê kes bê deng nemîne. Ez bang li hemû aliyên siyasî dikim ku li dijî êrişan bibin xwedî helwest. Heke em li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê Kurd bê deng bimînin, em ê sibê careke din bi van êrişan re rû bi rû bimînin. Weke gelê Ermen, em êşa pêşiyên xwe dizanin. Ji bo ku careke din ev êş rû nede, divê em bi hev re bi xurtî tê bikoşin."

ANHA