Li herêma Cizîrê sibe çalakiyên"Meha çandê" dest pê dikin

Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunerê dê li çar bajarên herêma Cizîrê çalakiyên  Meha Çandî û Hunerî li dar bixe, çalakî dê ji 9`ê mehê dest pê bike û heta 26`ê heman mehê dewam bike. Di bernameyan de dê stran, govendên gelêrî, şano û fîlmên sînema werin pêşandin.

Li herêma Cizîrê sibe çalakiyên"Meha çandê" dest pê dikin
8 tîrmeh, 2021   06:54
QAMIŞLO

Di çarçoveya"Dem dema azadiyê ye" û bi dirûşmeya"Bi çand û hunera neteweya demokratîk em ê dagirkeriyê têk bibin û serkeftinê misoger bikin" Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunerê amadekariyên lidarxistina Meha Çandê li bajarên Hesekê û Qamişlo û navçeyên Dirbêsiyê û Dêrikê yên herêma Cizîrê dike.

Çalakiyên Meha Çandê li bajarê Qamişlo ji 9`ê mehê dest pê dike û tê payîn ku li her bajarekî sê rojan dewam bike.

Li  bajarê Qamişlo di roja yekemîn de 9`ê Tîrmehê li stada Heysem Kiço ya li rojhilatê Qamişlo, mîhrîcana stran û govendên folklorîk li dar bikeve û di roja duyem û sêyem de jî li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê saet 7`ê êvarî şano û filimên sînema werin pêşkêşkirin.

Li Hesekê jî dê di roja yekemîn (12) Tîrmehê de dê li baxçeyê Şehîd Kawa mîhrîcana stran û govendên folklorîk werin orgenîzekirin, di roja duyem û sêyem jî li navenda Xabûr a Çand û Hunerê saet 7`ê êvarî şano û filimên sînema werin pêşkêşkirin.

Li gorî komîteya amadekar a Meha Çandê dê ji 15 heta 20`ê mehê çalakî werin rawestandin, ji ber hemwextî salvegera 9`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê ye ku çirûskên wê li Kobanê dest pê kirin.

Çalakiyên Meha Çandê li bajarê Dêrikê 21`ê mehê dest pê dikin û dê bername wiha be; Di roja yekemîn de ku 21`ê Tîrmehê ye, dê mîhrîcana stran û govendên folklorîk li Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger werin orgenîzekirin û di roja duyem û sêyem de jî li Navenda Dicle ya Çand û Hunerê saet 7`ê êvarê şano û filimên sînema werin pêşkêşkirin.

Li navçeya Dirbêsiyê jî dê bername wiha be; li  navenda Dirbêsiyê roja yekemîn 24`ê Tîrmehê be, li baxçeyê Şehîd Zevîn mîhrîcana stran û govendên folklorîk li dar bikevin, di roja duyemîn û sêyemîn de jî li navenda Dirbêsiyê ya Çand û Hunerê saet di 7`ê êvarî de dê peyasên şano û filimên sînema werin pêşkêşkirin.

Endamê komîteya amadekar a pêngava Meha Çandê Bêkes Darî axivî û got: "Bi boneya salvegera 19`ê Tîrmehê Tevgera Mezopotamiya ya Çand û Hunerê dê li Şehba, Firat, Reqa , Tebqa û herêma Cizîrê çalakiyên cuda li dar bixe. Çalakî dê ji 16`ê Tîrmehê dest pê bike û heta 19`ê heman mehê dewam bike."

Darî ev lê zêde kir: "Bi hevkariya rêveberên bajaran em ê li tax û deverên giştî bajarên navborî çalakiyên çandî û hunerî yên cuda li dar bixin, da ku çand û hunera me ya folklorîk careke din di nava gelê me de geş bibe."

Li gorî komîteya amadekar a Meha Çandê, tê payîn ku ev pêngav li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê çend mehan dewam bike.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/OXCs8w21fGs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>