Şêniyên Efrînê cenazeyê Dilşêr Efrîn veşart

Îro bi hezaran şêniyên herêma Efrînê şehîd Ferhad Nasan (Dilşêr Efrîn) endamê HRE`yê li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehrezê ya kantona Şehbayê oxir kir.

Şêniyên Efrînê cenazeyê Dilşêr Efrîn veşart
Şêniyên Efrînê cenazeyê Dilşêr Efrîn veşart
Şêniyên Efrînê cenazeyê Dilşêr Efrîn veşart
Şêniyên Efrînê cenazeyê Dilşêr Efrîn veşart
Şêniyên Efrînê cenazeyê Dilşêr Efrîn veşart
Şêniyên Efrînê cenazeyê Dilşêr Efrîn veşart
Şêniyên Efrînê cenazeyê Dilşêr Efrîn veşart
Şêniyên Efrînê cenazeyê Dilşêr Efrîn veşart
7 tîrmeh, 2021   18:08
 ŞEHBA

Bi hezaran şêniyên Efrînê li pêşiya nexweşxaneya Avrînê ya li navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê kom bûn û cenazeyê şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) Ferhad Nasan (Dilşêr Efrîn) wergirt ku di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûbû.

Piştre girseya gel berê xwe da Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehrezê.

/ar/uploads/files/2021/07/07/173131_khdyjh-aybw.webp

Li goristanê endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê Xedîce Îbo axivî û sersaxî da malbata şehîd. Her wiha got: “Bi berxwedana ciwanên xwe ya li hemberî hovîtiya dagirkeriya Tirk û bi berdewamkirina vê berxwedanê, me ji cîhanê re isbat kir ku şoreşa me heta rizgarkirina Efrînê û herêmên dagirkirî berdewam e.“

/ar/uploads/files/2021/07/07/173222_fatmh-lktw.webp

Paşê hevseroka Desteya Darayî ya herêma Efrînê Fatme Lekto bi navê Rêveberiya Xweser axivî û got: “Siyaseta ku dewleta Tirk li dijî şêniyên Efrînê dimeşîne şerekî taybet a mezin e. Li rex dorpêça ku hikumeta Şamê li ser herêmê ferz kiriye û topbarana ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, hinek kes mîna Ebdulhekîm Beşar ku welatparêziyê îdia dikin, dibêje tu sûc li Efrînê pêk nehatine.”

Fatme diyar kir ku sûcên li Efrînê pêk hatine, hatine belgekirin. Her wiha piştrast kir ku berxwedana şêniyên Efrînê li dijî wan siyasetan heta rizgakirina Efrînê berdewam e.

/ar/uploads/files/2021/07/07/173203_aly-slamh.webp

Endamê Meclisa Kantona Şehbayê Elî Selame beha topbarana domdar a li dijî kantonê kir û got dewleta Tirk û çeteyên wê komkujiyan li dijî mirovahiyê pêk tînin.

Selame destnîşan kir ku ruxmî dorpêçê û komkujiyan berxwedana şêniyên Efrînê berdewam e.

/ar/uploads/files/2021/07/07/173149_zynb-abdw.webp

Piştre endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) Zêneb Ebdo wesîqeya şehadeta şehîd xwend. Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê Dilşêr Efrîn veşart.

(şx)

ANHA