Daban Mihemed: PDK û YNK’ê dest danîne ser dahata navxwe

Parlementer Daban Mihemed diyar kir dahata navxwe ya herêma Başûrê Kurdistanê ji aliyê PDK’ê û YNK’ê ve hatiye desteserkirin. Daban got, bi bilindbûna nirxê petrolê re her du hêz dahata navxwe û dahata deriyên sînor naxin xezîneya hikûmetê.

Daban Mihemed: PDK û YNK’ê dest danîne ser dahata navxwe
7 tîrmeh, 2021   18:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnewsê, hejmarek ji parlementerên Herêma Başûrê Kurdistanê daxwaznameyek pêşkêşî serokatiya parlementoya Herêmê kir û tê de daxwaz kir ku di rûniştina sibe ya parlementoyê de deng li ser lêbirîna mûçe ya ji sedî 21 were dayîn û dawî li lêbirîna mûçe were anîn. Her wiha daxwaz kir ku hikûmet  tevahî dahatên navxwe ji bo xezîneya giştî vegerîne.

Parlementerê Tevgera Goran yê Parlementoya Herêma Başûrê Kurdistanê Daban Mihemed, di derbarê mijarê de ji Rojnews’ê re axivî û got: “Niha dahat li ber destê hikûmetê ye da ku bikare her 30 rojan mûçe belav bike. Li gorî gotina desteya wezîran, dahata navxwe zêde bûye, dahata petrolê û firotina wê zêde bûye. Dahata deriyên sînor jî zêde bûye, lê heta niha jî mûçe di dema xwe de nayê dayîn.”

Daban da zanîn ku ev çend car in parlemento dicive, lê nekarîne tu encamekê bi destxin. Ji bona wê  27 parlementerên ji partiyên cûda daxwaznameyek îmze kirine û pêşkêşî serokatiya parlementoyê kirine. Daban diyar kir ku wan daxwaz kiriye ku di rûniştina sibe de mijara lêbirîna mûçe ya ji sedî 21 bixin dengdanê û dawî li lêbirîna mûçeyên karmendan bînin.

Di dawiyê de Daban Mihemed got: “Dahata navxwe ya Herêma Başûrê Kurdistanê ji aliyê PDK’ê û YNK’ê ve hatiye desteserkirin. Bi bilindbûna nirxê petrolê re her du hêz dahata navxwe û deriyên sinorê naxin xezîneya hikûmetê, ta ku wezareta darayî bikare mûçe belav bike. Tevî ku pere û dahat heye jî, lê hikûmet soza xwe ya ku wê her 30 rojan carek mûçe bidin, bi cih neaniye.”