Li Babê şerê dijwar di navbera çeteyên Cebhet El-Şamiyê û Hemzat de

Li bejahiyên bajarê Babê yê dagirkirî di navbera çeteyên Hemzat û çeteyên Cebhet El-Şamiyê yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker de şerê dijwar rû dide.

Li Babê şerê dijwar di navbera çeteyên Cebhet El-Şamiyê û Hemzat de
7 tîrmeh, 2021   16:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyê ji herêmê daxuyand ku berêvara îro di navbera çeteyên Cebhet El-Şamiyê û çeteyên Hemzat ên girêdayî dagikeriya Tirk de li gundê Tefrîa yê girêdayî Babê yê bakurê rojhilatê Helebê şerê dijwar rû da.

Li gorî agahiyên bi dest çavkanî ketine, çeteyên Cebhet El-Şamiyê çeteyên Hemzat ji gund derxistin. Ji ber ew gund stratejîk e û li nêzî eniyên şer ên bi ser herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de ye û deriyê qaçaqiyê di navbera herêmên dagirkirî û herêmên hikumeta Şamê de ye.

Heman çavkanî da zanîn ku di şerê dijwar de çeteyên Cebhet El-Şamiyê erebeyeke leşkerî ku doçka li ser a girêdayî çeteyên Hemzat rûxand.

Heta niha nakokî û şerê demkî di navbera çeteyan li herêmê de heye.

(fr)

ANHA