Zirarên topbarana dagirkeriyê li dijî gundê Firêan ê rojavayê Girê Spî

Kamereya ANHA’yê zirar û ziyanên di encama topbarana dagirkeriya Tirk li dijî gundê Firêan ê li rojavayê Girê Spî de şopandin.

Zirarên topbarana dagirkeriyê li dijî gundê Firêan ê rojavayê Girê Spî
Zirarên topbarana dagirkeriyê li dijî gundê Firêan ê rojavayê Girê Spî
Zirarên topbarana dagirkeriyê li dijî gundê Firêan ê rojavayê Girê Spî
Zirarên topbarana dagirkeriyê li dijî gundê Firêan ê rojavayê Girê Spî
Zirarên topbarana dagirkeriyê li dijî gundê Firêan ê rojavayê Girê Spî
7 tîrmeh, 2021   16:56
NAVENDA NÛÇEYAN-DICLE EHMED

Ji 3 rojan ve tevahî gundên rojavayê Girê Spî yên bi ser eniyên şer ve ji hêla dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve tên topbarankirin û gelek gundên tê de şênî hene hatin topbarankirin, jê jî gundê Firêan ê 2 kîlo metre ji eniyên şer ên rojavayê Girê Spî ve ye.

Îro kamereya ANHA’yê zirarên canî û madî yên di encama topbarana li dijî gundê şopandin.

/ar/uploads/files/2021/07/07/162719_mstfa-alkhlf.webp

Têkildarî vê yekê, şêniyê bi navê Mistefa El-Xelef ê ji şêniyê gundê Firêan wiha got: "Duh bi şev 6 mûşek li gund ketin, di encamê de rizarên mezin bi mal û milkên sivîlan bûn. Ji bilî wê jî 5 hawin vê sibehê li gund ketin. Bi wê re tirsek di nava şên û zarokan de çêbû."

El-Xelef da zanîn ku di encama topbaranê de kurê birayê wî ji destê xwe birîndar bûn, li gel wê jî zirarên madî çêbûn.

/ar/uploads/files/2021/07/07/162703_mhmwd-alaysa.webp

Li aliyekî din jî şêniyê bi navê Mehmûd El-Îsa yê ji şêniyê gund e wiha got: "Duh bi şev mûşekek li cihê pezên wî ket, di encamê de 16 pezên wî mirin."

El-Îsa bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mirovan kir ku van êrişan û topbarana dagirkeriya Tirk li dijî gundan rawestînin, zarok û sivîlanji bêserûberiya êrişên dewleta Tirk biparêzin.

(fr)

ANHA