Dayikên şehîdan: Divê cezayên tund li kesên sûcan li dijî jinan dikin werin birîn

Dayikên şehîdan da zanîn ku rojane jin bi rê û rêbazên hovane bi sedema kevneşopî û urfan tên qetilkirin. Her wiha dayikan bang kir ku divê cezayên tund li dijî kesên van sûcan dikin werin birîn.

Dayikên şehîdan: Divê cezayên tund li kesên sûcan li dijî jinan dikin werin birîn
7 tîrmeh, 2021   16:21
QAMIŞLO

Bi dehan dayikên şehîdan li parka Kongreya Star a li naverasta Tibespiyê kom bûn û daxuyaniyek da, tê de sûcên li dijî jinan pêk tên ên di bin nave urf û edetan de şermezar kirin.  Daxuyanî ji hêla endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê Nesrîn Hisên ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Rojane li cîhanê sûcên li dijî jinan di bin navê şereftê de bi destên xizm û malbatên xwe pêk tên. Bêdengiya li hember van sûcan sûcekî li dijî mirovahiyê ye.

Em Jin û dayikên şehîdan van sûcan bi tundî şermezar dikin, bi taybet sûca dawî ya li dijî Eyde El-Seîdo û Aye El-Xilêf pêk hatiye. Divê tevahî jin hevgirtî bin ku mîna van sûcan pêk neyên.

Em bang li tevahî rêxistinên mirovî  û jinan dikin ku sûcdarên li dijî jinan muhasebe bikin û cezayên tund li dijî wan bibirin."

ANHA