El-Herîrî têkildarî avakirina hikumetê lêborîn xwest

Li gorî kanala LBC a Lubnanê, serokê hikumeta Lubnanê yê demkî Sead El-Herîrî têkildarî avakirina hikumetê lêborîn xwest û serokê parlamantoyê Nebîh Berî agahdar kir.

El-Herîrî têkildarî avakirina hikumetê  lêborîn xwest
7 tîrmeh, 2021   13:59
BEYRÛT

Çavkaniyan ji kanala LBC a Lubnanê re diyar kir ku serokê hikumeta Lubnanê yê erkdarkirî Sead El-Herîrî der barê avakirina hikumetê de lêborîn xwest û serokê parlamantoyê Nebîh Berî têkildarî vê yekê agahdar kir û jê xwest ku li ser alternatîfekê lihevkirinekê çêke da ku hikumeteke birêkûpêk ava bibe û dawî li pirsgirêkên welat were.

Çavkaniyan ragihand ku heta niha lihevkirina der barê guhartina El-Herîrî de ne bi ewle ye, ew şêwirên xwe dewam dike, ne ku valahiyê dadigire anku guhartin û  ragihandina lêborînê tenê mijarekî demkî ye.

(eh)