Bi çalakiyên cihêreng banga hevgirtinê li jinan hate kirin

Bi dehan jin li Çilaxa û Til Birakê xwepêşandan li dar xist û xwest ku kujerên Eyde û Aye bên cezakirin. Li Kobanê û Minbicê jî du daxuyaniyên cuda hatin parvekirin.

Bi çalakiyên cihêreng banga hevgirtinê li jinan hate kirin
Bi çalakiyên cihêreng banga hevgirtinê li jinan hate kirin
Bi çalakiyên cihêreng banga hevgirtinê li jinan hate kirin
Bi çalakiyên cihêreng banga hevgirtinê li jinan hate kirin
Bi çalakiyên cihêreng banga hevgirtinê li jinan hate kirin
Bi çalakiyên cihêreng banga hevgirtinê li jinan hate kirin
Bi çalakiyên cihêreng banga hevgirtinê li jinan hate kirin
Bi çalakiyên cihêreng banga hevgirtinê li jinan hate kirin
7 tîrmeh, 2021   13:43
 NAVENDA NÛÇEYAN

ÇILAXA

Bi dehan pêkhateyên navçeya Çilaxa û Til Birak du xwepêşandanên cuda li dar xist û qetilkirina her du zarokên bi navên Eyde El-Seîdo û Aye El-Xilêf şermezar kirin.

Xwepêşandana li Çilaxa ji çerxerêya şaredariyê dest pê kir. Beşdaran alên Kongreya Star û pankertên bi nivîsên “Jin jiyan e”, “Na ji kuştina jinan re, na ji tundiya li ser jinan re” hildan.

Xwepêşandêr di sûka navendî re meşiyan û xwestin ku sûcdar û kesên şîdetê li dijî jinan bi kar tînin bên cezakirin. Xwepêşandan li qada gerca navendî ya bakurê navçeyê bi dawî bû.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Dunya Îsmaîl axivî û destnîşan kir ku ev sûc ne tenê li dijî wan her du keçikan pêk hatin, lê belê der heqê hemû jinan de pêk hatin.

Dunya teqez kir ku ew van sûcên hovane li dijî jinan şermezar dikin û bang li hemû rêxistinên mirovî û jinan kir ku hesabê ji sûcdaran bixwazin.

Endama rêveberiya Kongreya Star a navçeya Çilaxa Semer El-Hisên jî got tevî ku qanûnên jinan derketine jî, lê hîna di bin navê namûsê de jin dibin qurbanî.

TIL BIRAK

Kongreya Star a navçeya Til Birakê bi heman armancê xwepêşandanek li dar xist. Xwepêşandanê ji çerxerêya firinê destpê kir û li çerxerêya şehîdan bi dawî bû.

Endama rêveberiya Kongreya Star a Til Birakê Henan Silêman axivî û teqezî bi rola jinan û helwesta wê li hemberî zihniyeta baviksalarî kir.

MINBIC

Li Minbicê jî Meclisa Edaleta Civakî û Yekitiya Parêzeran a Minbicê têkildarî mijarê daxuyanî da. Endamê Meclisa Edaleta Civakî Fewaz El-Ehmed li pêş navenda meclisê ya li rojavayê Minbicê, daxuyanî xwend.

El-Ehmed di daxuyaniyê de wiha got: “Em vê sûcê hovane ya li dijî Eyde û Aye şermezar dikin. Sûcên qetilkirina jinan di olê de heram e. Lê belê hin gel di bin navê namûsê de hîna jinan dikujin. Kuştina zarokekê bi vê hovîtiyê ne ji exlaqê civaka me û ola îslamê ye.”

Meclisa Edaleta Civakî bang kir ku kujeran li gorî pergala hevpeymana civakî werin darizandin û cezakirin ku ji aliyê Meclisa Zagonsaz ve hatiye erêkirin.

Her wiha meclisê bang li civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku hişyar bin û hêvî kir ku rewşenbîr bi rola xwe rabin û ciwanan hişyar bikin da ku vê diyardeyê bi dawî bikin.

KOBANÎ

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Sirînê ya Kobanê jî daxuyaniyek da. Endama meclisê Fatime Mûsa daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Bi navê Malbatên Şehîdan ên herêmê em hemû sûcên li dijî jinan û sûcê li dijî Eyde, şermezar dikin û wekî sûcekî der heqê mirovahiyê de bi nav dikin. Em li dijî kiryarên bi vê rengî ne ku mafên jinan binpê dikin û wê ji mafên wê yên mirovî bêpar dikin.”

Daxuyaniyê îşaret bi wê yekê kir ku civaka li ser esasê têgehên mêrdestiyê tê birêvebirin, gelek pirsgirêkên civakî, siyasî, aborî û derûnî derdikevin û ev rewş bandorê li jinan dike û wê ji mafên wê bêpar dihêle.

Di daxuyaniyê de bang li hemû civakan bi hemû pêkhateyên wan ve hate kirin ku têgihaştî bin û jinan ji mafên wan bêpar nehêlin û dev ji nêzîkatiyên qebîlatiyê berdin.

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Sûcên niha pêk tên sûcên neexlaqî ne û li dijî jinan û mirovahiyê ne.”

Hemû çalakî bi dirûşmên “Na ji qetilkirina jinan re, jin jiyan e” bi dawî bûn.

(cx)

ANHA