SOHR: Hêzên hikumeta Şamê derdora nuqteyeke dagirkeriya Tirk a li Idlibê kir armanc

SOHR’ê daxuyand ku hêzên hikumeta Şamê bi topban derdora nuqteyeke girêdayî dagirkeriya Tirk a li gundê Qiwêqîn a başûrê Idlibê kir armanc.

SOHR: Hêzên hikumeta Şamê derdora nuqteyeke dagirkeriya Tirk a li Idlibê kir armanc
7 tîrmeh, 2021   14:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên hikumeta Şamê bi gelek topbaran derdora nuqteyeke girêdayî dagirkeriya Tirk a li gundê Qiwêqîn ê başûrê Idlibê kir armanc. Agahiyên der barê windahiyan de bi dest neketin.

Hemwextî vê yekê balafirên keşfê yên Rûsyayê li asîmana herêmê digerin û çeteyên"Fetih El-Mûbîn" bi mûşekan nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li baregeha Corîn a li rojavayê Hemayê tobparan kirin.

(eh)