Rûsya xwest gihandina alîkariyan bi rêya sînorê Sûriyê raweste

Nûnerê serokê Rûsyayê yê taybet bi Sûriyê Alexander Lavrentiev got Rûsya dixwaze karê mekanîzmeya gihandina alîkariyan bi rêya sînorê Sûriyê bê rawestandin. Çavkaniyan ji Rûsya El-Yewm re piştrast kir ku Tirkiye vekirina dergeha Til Koçer red dike.

Rûsya xwest gihandina alîkariyan bi rêya sînorê Sûriyê raweste
7 tîrmeh, 2021   08:40
 NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê serokê Rûsyayê yê taybet bi Sûriyê Alexander Lavrentiev îro ji rojnamevanan got:“Rûsya bi israr e ku mekanîzmeya gihandina alîkariyan bi rêya sînorê Sûriyê bê rawestandin, ji ber ku ev rêbaz êdî bê sûd e.”

Ajansa Tas a Rûsyayê li ser zimanê Lavrentiev wiha ragihand: “Helbet, em bi israr in ku ev mekanizme bi dawî bibe.”

Lavrentiev her wiha diyar kir ku divê alîkarî bi rêya Şamê bên gihandin û îdia kir ku alîkarî ji beriya nêzî 6 heta 8 mehav ve digihêjin Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Her wiha bi bîr xist ku alîkariyên digihêjin Idlibê polîtîk in û çekdar alîkariyan nadin sivîlan.

Îro li paytexta Kazaxistanê Nûr Sultan gereke nû ya rêzecivînên Astanayê di navbera Tirkiye, Rûsya û Îranê de tê lidarxistin da ku berjewendiyên xwe li Sûriyê nîqaş bikin. Lavrentiev ji wê derê ragihand ku Rûsya dê lidarxistina gera 6`emîn a komîteya destûrê ya Sûriyê bi nûnerê navneteweyî yê taybet bi Sûriyê Geir Pedersen re nîqaş bike.

Di heman derbarê de, kenala Rûsya El-Yewm ragihadn ku gera Astanayê dê dirêjkirina destûrdayîna gihandina alîkariyên navneteweyî bi rêya sînor ji bo Sûriyê nîqaş bike, ku di 10`ê Tîrmehê de bi dawî dibe.

Li gorî çavkaniyan, dewleta Tirk Rûsya agahdar kiriye ku ew vekirina dergeha Til Koçer (Yerûbiyê) yê bi Iraqê re ji ber dijberiya Kurdan, red dike.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Îrlanda û Nerwêc biryareke nû pêşkêşî Meclisa Ewlehiyê kirin û xwestin ku dema destûrdayîna gihandina alîkariyan bê dirêjkirin û dergeha Til Koçer (Yerûbiyê) ji nû ve bê vekirin. Washington jî banga vekirina dergeheke sêyemîn li Bab Selamê dike.

(cx)