Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 6 kesên din bi covid-19 ketin

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li herêmê 6 kesên din bi Koronayê ketine.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 6 kesên din bi covid-19 ketin
7 tîrmeh, 2021   08:38
 NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 6 kesên din bin Koronayê ketine.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên bi Korona ketina 2 mêr, 4 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 1

Rimêlan: 1

Dirbêsiyê: 2

Kobanê: 1

Şehba: 1

Bi van daneyan re, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 18 hezar û 540 kes bi Koronayê ketine, 763 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 876 kes baş bûne.

(cx)