Hêzên QSD`ê êrişên li dijî Heqil El-Umer têk birin

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê ragihand ku vê sibehê li dijî herêma Heqil El-Umer a Dêrazorê êriş pêk hatine. Li gorî agahiyan, bêyî ku zirar çêbibin êriş hatine têkbirin.

Hêzên QSD`ê êrişên li dijî Heqil El-Umer têk birin
7 tîrmeh, 2021   10:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku berpirsê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Ferhad Şamî li ser hesabê xwe yê tiwîttera belav kirine, îro di saet 10:15`an de li dijî Heqil El-Umer ê Dêrazorê ku hêzên QSD`ê û hêzên Koalîsyona Navneteweyî lê bi cih dibin, bi dronan êriş pêk hatine.

Şamî diyar kir ku li gorî raporên destpêkê di êrişan de ti zirar çênebûne û hêzên wan ên pispor êriş têk birine. Şamî got ger detayên nû derbarê êrişê de hatin bidestxistin, wê bên parvekirin.

(cx)