Rojnameyên erebî: Misir û Sûdan derbarê Nehdayê de li benda biryareke navneteweyî ne

Rojnameyên erebî yên îro behsa aloziya bendava Nehdayê, rewşa Lîbya û rewşa Efganistanê kir.

Rojnameyên erebî: Misir û Sûdan derbarê Nehdayê de li benda biryareke navneteweyî ne
7 tîrmeh, 2021   07:34
NAVENDA NÛÇEYAN

MISIR Û SÛDAN LI BENDA BIRYAREKE NAVNETEWEYÎ NE

Rojnameya Şerq El-Ewsat di hejmara xwe ya îro de behsa aloziya Bendava Nehdayê kir û wiha nivîsî: “Misir û Sûdan li benda civîna Meclisa Ewlehiyê ya Navneteweyî ya sibê ne, da ku aloziya bi Etyopyayê re derbarê bendava Nehdayê de bê nîşqaşkirin. Ev yek piştî ku Edîs Ababayê cara duyemîn dest bi tijîkirina gola bendavê kir, pêk tê.

Misir û Sûdanê ragihandin ku ew destpêkirina tijîkirina bendavê ji aliyê Etyopyayê ve red dikin û ew gav wekî “rageşiyeke mezin” hesibandin.

Misir û Sûdan li benda biryara Meclisa Ewlehiyê ne ku Etyopya li gorî wê tevbigere. Wezîrên karên derve yên her du welatan li Newyorkê ne da ku peywendî û şêwiran bi welatên endamên Meclisa Ewlehiyê re pêk bînin û bigihêjin peymanekê derbarê tijîkirin û xebitandina bendavê de.”

ALIYÊN LÎBYA PIŞTGIRIYÊ DIDIN LIDARXISTINA HILBIJARTINAN, “ÎXWAN” JÎ ASTENGIYAN DERDIXIN

Rojnameya El-Beyan jî têkildarî rewşa Lîbyayê wiha nivîsî: Gihîştina bingeha destûrî ji bo birêxistinkirina hilbijartina ku tê payîn dawiya meha Kanûnê bên lidarxistin, yek ji astengiya herî zehmet a li pêş rêgeha xebatên siyasî yên li lîbyayê ye. Serokê Komîseriya nîştimanî ya bilind a serbixwe ya hilbijartinan Îmad El-Sayih got, komîserî hewl dide plana taybet bi hilbijartinan biguherîne, lê belê di dema xwe de bên lidarxisitn."

Çavkaniyên xwedî agahî diyar kirine ku Îxwan û hevalbendên wan hewl didin hilbijartinan taloq bikin, ji ber ku ditirsin di hilbijartinan de bin bikevin. Her wiha hewl didin referandûmê li ser reşnivîsa destûrê ku piraniya welatiyên Lîbyayê red dikin, çêbike. Çavkaniyan got ku Îxwan û hevalbendên wan di xîtaba bi civaka navneteweyî re dirûtiyê dikin, ev yek nîşan didin ku piştgiriya nexşerêyê û hilbijartinan dikin, lê belê bi awayekî veşartî hewl didin çareseriya siyasî asteng bikin da ku bingeha destûrî neyê pêkanîn.”

VEKIŞANDINA BALAFIRÊN AMERÎKÎ JI EFGAINSITANÊ, DESTKEFTIYÊN TALÎBAN ZÊDE DIKE

Rojnameya El-Ereb jî behsa rewşa Efganistanê kir û wiha nivîsî: “Baregeha Bagram a hewayî navendeke sereke ya operasyonên stratejîk ên Amerîka li Efganistanê bû. Şerê dirêj li dijî tevgera Talîban û rêxistina El-Qaîde ya hevalbenda wê sala 2001`an piştî êrişên Îlonê ji wê baregehê dest pê kir. Lê belê valakirina baregehê ji aliyê hêzên Amerîkayê ve û radestkirina erkên xwe ji artêşa Efganistanê re rê li pêş Talîban vedike da ku bi lez piraniya herêmên Efganistanê bixe bin kontorla xwe.”

(cx)