Bangawziyeke navneteweyî ji bo eşkerekirina çarenûsa kesên windayî li Sûriyê

Serokê Komîteya Lêpirsînê ya Navneteweyî ya serbixwe ya têkildarî Sûriyê piştrast kir ku divê ji bo eşkerekirina çarenûsa kesên girtî û windayî û berdana hemû girtiyan, mekanîzmeyek bê avakirin.

Bangawziyeke navneteweyî ji bo eşkerekirina çarenûsa kesên windayî li Sûriyê
7 tîrmeh, 2021   08:51
 NAVENDA NÛÇEYAN

Duh di gera 47`an a civîna endamên Meclisa Mafên Mirovan a girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY), serokê Komîteya Lêpirsînê ya Navneteweyî ya serbixwe ya têkildarî Sûriyê Paulo Pinheiro got: “Avakirina mekanîzmeyekê ji bo eşkerekirina çarenûsa kesên windayî û girtî û berdana hemû kesên ku  bi zilm hatine girtin û gihandina wan bi xizmên wan re, ji mijarên girîng ê komîteyê ku ji 2016`an ve hewl dide mekanîzmeyekê ava bike."

Pinheiro wiha dewam kir: “Heke civaka navneteweyî nikarîbû sînorekî ji vê şerî re deyne, divê herî kêm bikeve tevgerê da ku pirsgirêka bi hezaran malbatên ku li benda agahiyekê ji xizmên xwe yên windayî ne, çareser bike.”

Beşdarên civînê destnîşan kirin ku li gorî rporan 130 hezar welatiyên Sûriyê windayî yan girtî ne.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku bi berdewamkirina binpêkirina mafên mirovan re, pêwîsitya zêdetirî 13 milyon welatiyên Sûriyê bi alîkariyên mirovî heye.

(cx)