Şêniyên Efrînê: Daxuyaniyên rêveberên ENKS`ê dagirkirina Efrînê rewa dike

Şêniyên Efrînê ku li Helebê dimînin, daxuyaniyên rêveberên ENKS`ê bi daxuyaniyên derewîn binav kirin, her wiha diyar kirin ku ew daxuyanî ji bo veşartina sûc û binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî gelê Efrînê ye.

Şêniyên Efrînê: Daxuyaniyên rêveberên ENKS`ê dagirkirina Efrînê rewa dike
7 tîrmeh, 2021   06:50
HELEB-ARIF SILÊMAN

Cîgirê serokê Îtîlafa Sûriyê û nûnerê ENKS`ê, Ebdulhekîm Beşar, îdia kir ku binpêkirin û sûc li Efrînê ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê ve nehatine kirin.

Têkildarî mijarê, ajansa me nêrînên şinyên Efrînê yên koçber ku li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên li Helebê dimînin, girtin.

/ar/uploads/files/2021/07/07/064500_mhmd-hbyb.webp

Welatiyê bi navê Mihemed Hebîb, ji xelkê navçeya Bilbilê yê kantona Efrînê ye got:"Daxuyaniya ENKS`ê xizmeta berjewendiya gelê Kurd nake û got: "Her roj dewleta Tirk li dijî welatiyên Efrînê kuştin, îşkence û revandinê pêk tîne. ENKS`ê bi çi mafî daxuyaniyên wiha dide û îdia dike ku li hundurê bajêr sûc û binpêkirin tune?."

'BINPÊKIRIN LI EFRÎNÊ BERDEWAM E'

Hebîb diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk mala min li gund talan kirin, darên zeytûnê birîn, bi sedan xanî li gundê wan wêran kirin, her wiha şêniyên gund girtin heya niha çarenûsa wan nediyar e û heya niha jî binpêkirin berdewam e.

Mihemed Hebîb anî ziman daxuyaniya ENKS`ê ya ku sûc û binpêkirinên li dijî gelê Efrînê inkar, derew e  û diyar kir ku ev daxuyanî bi fermana ji dewleta Tirk hat dayîn ku van sûc û binpêkirinên li Efrînê veşêre, lê ev yek nayê veşartin.

'ENKS`Ê DAGIRKIRINA EFRÎNÊ REWA DIKE'

/ar/uploads/files/2021/07/07/064420_ahmd-qadr.webp

Welatiyê bi navê Ehmed Qadir ku ji bajarê Efrînê ye, destnîşan kir ku ew ji ber êriş û kiryarên dewleta Tirk li dijî wan bi zorê ji bajarê xwe hatin derxistin û got:"Dewleta Tirk û çeteyên wê mal û milkên me talan kirin, zeyta zeytûnê dizîn û ew bi riya istîxbarata Tirkiyê derbasî Tirkiyê û welatên Ewropayê  kirin."

Qadir der barê guhertina demografîk de got: "Dewleta Tirk li şûna niştecihên resen ên Efrînê malbatên çeteyan ji Idlib, Xûta û deverên din bicîh kirin, her wiha navên gund û kolanên li bajêr guhartin. Daxuyaniya Ebdulhekîm Beşar hewldanek ji bo rewakirina dagirkirina Efrînê ye û piştgirî dide siyaseta dagirkeriya Tirk a li dijî gelê Kurd."

'VEŞARTINA SÛCÊN DEWLETA TIRK'

/ar/uploads/files/2021/07/07/064440_slah-ahmd.webp

Welatiyê bi navê Selah Ehmed ji navçeya Raco, daxuyaniya nûnerê ENKS`ê Ebdulhekîm Beşar şermezar kir, her wiha got ev daxuyaniyek bêexlaqî li dijî şêniyên koçber ên Efrînê ye.

Ehmed got: "Hîna  bi sedan jinên Efrînê di zindanên çeteyan de li Efrîn, Ezaz û Marê de ne. Çarenûsa wan nediyar e û her roj li dijî gelên herêmê sûc tê kirin. ENKS`ê nekarî rastiya jiyana şêniyên li herêmê biguhere, ji ber vê yekê hewl dide sûcên wan veşêre ji ber ku ew şirîkê dewleta Tirk e."

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/lQcLrIY_JEU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>