Hiqûqnas: Hebûna DAIŞ û malbatên wan li herêmê li ser tevahî cîhanê xeter e

Hiqûqnas Hesen Mistefa da zanîn ku hebûna DAIŞ'yên biyanî û malbatên wan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xeteriyeke mezin ku gefan li ewlehiya herêmê û tevahî cîhanê dixwe.

Hiqûqnas: Hebûna DAIŞ û malbatên wan li herêmê li ser tevahî cîhanê xeter e
7 tîrmeh, 2021   00:46
REQA-XALID EL-CUMA

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek caran bang li dewletên ku welatiyên wan tev li DAIŞ'ê bûne û di girtîgehan de ne û malbatên wan ên li kampa Holê ne kir ku welatiyên xwe vegerînin û li gorî rêbazên qanûnên ên welatên wan muhasebe bikin, lê ev dewlet bê deng in û bersivê nadin bangan.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê barê parastina wan çeteyan hildigire û tenduristiya wan dabîn dike. Lê xeteriya çeteyan rojane li herêmê zêde dibe, bi taybet digel êrişên dagirkeriya Tirk ên bênavber li dijî herêmê.

Têkildarî mijarê, parêzer û Cîgirê Desteya Hevserokatiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Hesen Mistefa wiha got: "Bê guman diyardeya hebûna girtiyên çeteyên DAIŞ’ê li kampa Holê û navnedên girtîgehên girêdayî QSD’ê êdî pirsgirêkeke rastîn e, divê bi rêbazên rast û durist werin çareserkirin."

Mistefa diyar kir ku berpirsiyariya parastina çeteyên DAIŞ’ê û malbatên wan û dadgehkirina wan ne pirsgirêka Rêveberiya Xweser tenê ye, di heman demê de pirsgirêkeke ku tevahî dewletên ku welatiyên wan di nava DAIŞ’ê de hene eleqedar dike.

‛ DAIŞ Û MALBATÊN WAN GEFAN LI TEVAHÎ CÎHANÊ DXWE'

Hesen Mistefa wiha gotina xwe berdewam kir: "Tevahî dewletan erkên xwe yên qanûnî li hember welatiyên xwe yên tev li çeteyên DAIŞ’ê li herêmê bûne, pêk naynin, ku li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û QSD’ê bareke çêkir ku parastina wan dikin."

Mistefa destnîşan kir ku divê dewlet çareyeke rast ji van çeteyan re bibînin, da ku welatiyên xwe bibin, tev li navnedên perwerdekirinê bikin ku tev li civakê bibin.

Mistefa wiha domand: "Dewletên ku welatiyên wan tev li çeteyên DAIŞ'ê bûne û malbatên  wan paşguh kirine. Ev dide xuyakirin ku van dewletan dev ji erkên xwe yên qanûnî û mirovî li hember vê diyardeya xeternak berdane ya ku dê rojekê weke mayînekê biteqe û gefan li ewlehiya herêm û cîhanê bixwe."

Hesen Mistefa eşkere kir ku Rêveberiya Xweser û QSD’ê erkên xwe yên qanûnî û mirovî li hember malbat û çeteyên DAIŞ’ê bi rêk û pêk bi cih anîn û li gorî qanûnên navneteweyî, pransîbên Cinêvê û peymana Cinêvê ya 4’an a taybet nêzî girtiyên şer dibe.

Mistefa anî ziman ku bi deh hezaran malbatên DAIŞ’î û bi hezaran ji çeteyên DAIŞ’ê li herêmên Rêveberiya Xweser hene û xeteriyeke mezin li ser herêmê çêdikin.

Girêdayî bangên Rêveberiya Xweser û QSD’ê ji dewletan re Hesen Mistefa wiha pê de çû: "Rêveberiya Xweser û QSD’ê gelek caran bang li dewletên ku welatiyên xwe di nava DAIŞ’ê de hene kir, lê mixabin van dewletan dev ji erkên xwe yên qanûnî li hember welatiyên xwe berdane."

Li ser vê yekê Hesen Mistefa wiha got: "Em bang li tevahî dewlet û rêxistinên mafên mirovan dikin ku vê mijarê di nava raya giştî de bi bandor bikin da ku çareyekê jê re deynin. Divê tevahî dewlet ji bo çareserkirina wê li gorî rêbazên qanûn û mirovî yên guncaw hevkar bin."

‛GEFXWRINÊN DEWLETA TIRK XETERIYA DAIŞ’Ê ZÊDE DIKIN’

Têkildarî mijarê Hesen Mistefa wiha axivî: "Dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe yên leşkerî de yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de gitîgehên DAIŞ’ê kir da ku wan berdin."

Mistefa destnîşan kir ku di navbera dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ’ê de koordînayeke hundirîn heye, ji lew re dewleta Tirk hin girtîgehê kirin armanc ku di encamê de gelek girtî reviyan.

Hesen Mistefa îşaret bi van sûc û kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmê kir û wiha anî ziman: "Ev yek piştrast dike ku dewleta Tirk a dagirker piştgirya DAIŞ’ê û komên terorîst dike û hîna jî cihê ewle ya van çeteyan e."

Hesen Mistefa wiha gotina xwe bi dawî kir: "Her xeteriyeke li ser van girtîgehan hebe, dewleta Tirk berpirsiyar e. Bi wê re em bang li rêxistinan dikin fişarê li dewleta Tirk bikin ku êrişên xwe rawestîne û qanûnên navneteweyî bin pê neke."

(fr)

ANHA