​​​​​​​Şehîd Egîd Amanos li Beyrûtê hate bi bîranîn

Gerîlayê HPG'ê Egîd Mihemed (Egîd Amanos) di salvgera şehadeta wî de li  paytexa Lubnan Beyrûtê hate bibîranîn.

​​​​​​​Şehîd Egîd Amanos li Beyrûtê hate bi bîranîn
​​​​​​​Şehîd Egîd Amanos li Beyrûtê hate bi bîranîn
​​​​​​​Şehîd Egîd Amanos li Beyrûtê hate bi bîranîn
​​​​​​​Şehîd Egîd Amanos li Beyrûtê hate bi bîranîn
​​​​​​​Şehîd Egîd Amanos li Beyrûtê hate bi bîranîn
​​​​​​​Şehîd Egîd Amanos li Beyrûtê hate bi bîranîn
​​​​​​​Şehîd Egîd Amanos li Beyrûtê hate bi bîranîn
​​​​​​​Şehîd Egîd Amanos li Beyrûtê hate bi bîranîn
​​​​​​​Şehîd Egîd Amanos li Beyrûtê hate bi bîranîn
6 tîrmeh, 2021   20:58
BEYRÛT

Gerîlayê HPG'ê Egîd Mihemed (Egîd Amanos) yê ji Efrînê, di 7'ê Tîrmeha 2015'an di bersivdayîna êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Şengalê de şehîd bûbû li paytexta Lubnan Beyrûtê hate bi bîranîn.

Merasîmê bîranînê ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve li mala wî hate lidarxistin. Bi sedan kurdên li Lubnanê, nûnerên PYD û Kongreya Star beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Lubnanê Ebduselam Ehmed sersaxiya malbata şehîd kir û wiha got: "Gelê Kurd ji hezaran sal ve tê dikoşe û axa xwe diparêze. Her li dijî dagirker û êrişkaran şoreşên Kurd li dar bûn. Di van çend salên dawî de dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi rêya artêşa xwe û komên çete yên mîna DAIŞ’ê û hwd Kurd bi tevahî û êzidî bi taybet qir bike, lê belê keç û xortên gelê Krud ên qehreman planên wê têk birin û dibin."

Dûvre Endama Koordînasyona Giştî ya Kongreya Star Asya Ebullah wiha got: "Di kesayeta şehîd Egîd û tevahî şehîdên Tîrmehê de em tevahî şehîdên azadî û rûmetê bi bîr tînin û sersaxiya malbata şehîd, hevrêyên wî û gelê me dixwazin."

Asya Ebdullah wiha domand: "Şehîd Egîd ji malbateke welatparêz û têkoşer e û rihê wî yê welatparêz hişt ku parastina gelê xwe yê li Şengal û çiyayên Kurdistanê bike. Hevrêyên wî dibêjin ew qehreman bû û di şerê li hember dagirkerî û çeteyan de gelek destkeftî pêk anîn û heta asta şehadet li çiyayên Şengalê têkoşiya. Bi saya têkoşîn, ked û qurbaniyên tevahî şehîdên me, gelê me yê Şengalê bi azad û ewle dijî."

Piştî axaftinan, Meclisa Malbata Şehîdan wesîqeya şehîd xwend û radestî dayika şehîd, Muna Mihemed kir.

Dayika şehîd spasiya tevahî beşdaran kir û wiha got: "Kurê min ne tenê şehîdê malbatê ye, lê belê şehîdê Kurdistanê û tevahî gelê me ye. Li ser rihê welatparêzî mezin û perwerde bû û piştre tev li Tevgera Rizgariya Kurdistanê bû da ku parastina doza gelê xwe bike. Em bi şehadeta wî serbilind in."

Merasîm bi diruşmên silavkirina şehîdan û berxwedana gerîla bi dawî bû.

(fr)

ANHA