ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-07-2021'AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-07-2021'AN
6 tîrmeh, 2021   23:00

- Hiqûqnas Hesen Mistefa da zanîn ku hebûna DAIŞ'iyên biyanî û malbatên wan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bombeyeke eyarkirî ye ku gefan li ewlehiya herêmê û tevahî cîhanê dixwin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- H.M ya li Serêkaniyê ji aliyê istixbarata dewleta Tirk ve hatibû girtin, çîrokên ku di nava girtîgehan de û sûcên li dijî wê hatin kirin vegot. H.M got, Serêkaniyê bûye navenda DAIŞ`ê û kaniya nû ya terorê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Efrînê ku li Helebê dimînin, daxuyaniyên rêveberên ENKS`ê bi daxuyaniyên derewîn binav kirin, her wiha diyar kirin ku ew daxuyanî ji bo veşartina sûc û binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî gelê Efrînê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Ebdulkerîm Omer diyar kir ku girtina dergeha Til Koçerê bandoreke pir mezin li rewşa mirovî, aborî û têkoşîna li dijî DAIŞ'ê kir û got: "Heke Rûsya careke din Veto bi kar bîne divê civaka navneteweyê li berdêlên derbaskirina alîkariyan ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigere." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Sûcên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê berdewam dikin. Endamê ENKS’ê û cîgirê serokê Îtîlafa Sûriyê Ebdulhekîm Beşar îdia kir ku li Efrînê tu sûc nehatine kirin. Gelek kesayetên ji Efrînê û raporên saziyên mafên mirovan bi belgeyan van îdiayên Beşar derew derdixin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Kongreya Star a navçeya Çilaxa ji bo şermezarkirina qetilkirina zaroka li Hesekê meşekê meşekê li çerxerêya Şehîd Mahsûm li dar dixe, saet 10:00'an. Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo jî bi daxuyaniyekê qetilkirina zarok Eyde El-Seîdo û Aye El-Xilêf şermezar dike, daxuyanî li Goristana Şehîd Delîl Saruxan tê xwendin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Siyasetmedar û hiqûqnasên ji Helebê diyar kirin ku dewleta Tirk siyaseteke hovane ya înkarkirina rola jinan dimeşîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Malbatên girtiyên azadiyê yên ji Rojava ji bo xwedîderketina li berxwedana greva birçîbûnê bang kir û diyar kir ku ev yek berpirsyariya her kesî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Qamişlo da zanîn ku lidarxistina komxebatekê bi mijara yekitiya neteweyî û sekna li hemberî êrişên dagirkeriyê xaleke girîng ji bo doza Kurd e. Her wiha hêvî dikin ku ev komxebat encamên erênî ji kurdan re bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Li rojavayê gundewarê kobanê li gorî mehên derbasbûyî hejmara bûyerên jehrîbûnê yên ji ber ava qirêj zêde bûye. Şênî bi keraseteke rastîn re rû bi rû ne. Bi taybet piştî bilindbûna pileya germahiyê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Komîteya Aborî firina siyahî vegerand firina otomatîk û aloziya nan a li navçeya Til Temirê çareser kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA