'Îmralî bû navenda berxwedan û ramanê'

Rewşenbîr û endamên saziyên sivîl ên li Helebê got zîndana Îmraliyê ji bo gelê Kurd bûye navendeke berxwedan û îradeyê û rêber Abdullah Ocalan zindan veguherand navendeke ramana azad.

'Îmralî bû navenda berxwedan û ramanê'
5 tîrmeh, 2021   02:47
HELEB-ARIF SILÊMAN

Dewleta Tirk a faşîst ji roja girtina rêber Abdullah Ocalan (15'ê Sibata 1999'an) ve, siyaseta xwe ya tecrîdê li dijî wî didomîne.

Endamê Foruma Çandî ya Helebê a Şêxmeqsûdê, Redwan Agirî got: "Ji dema girtina rêber Abdullah Ocalan ji hêla îstixbarata dewleta Tirk û hêzên navneteweyî ve heya vê rojê, li zindana Îmraliyê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan berdewam dike, her roj ev tecrîda girankirî zêdetir dibe".

Redwan Agirî wiha domand: "Armanca girtin û tecrîdkirina rêber Abdullah Ocalan, şikandina vîna gel e û bi taybet gelê Kurd."

Agirî destnîşan kir ku artêşa dewleta Tirk a dagirker êrişî hemû herêmên ku gelê Kurd û destkeftiyên wî dike, ji ber ku ev destkeftî bi saya fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan pêk hatin.

Agirî wiha dom kir: "Demeke dirêj, girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiyê bi armanca rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan, dest bi grava birçîbûnê kir. Ji bo vê yekê pêwîst e gelê Kurd piştgiriyê bide berxwedana zindanan, ji ber ku azadkirina rêber Ocalan bi azadiya hemû gelên bindest ve girêdayî ye û ramana rêber Ocalan hemû gelan temsîl dike."

Redwan Agirî diyar kir ku zindana Îmraliyê ji bo gelê Kurd bûye navendeke berxwedanê, gelê Kurd vîn û berxwedana xwe ji navenda Îmralî digire û got: “Rêber Ocalan ji zindana îşkenceyê,  veguherand zindana berxwedan û ramana azad."

Hevserokê meclisa taxa Eşrefiyê, Welat Memo diyar kir ku welatên kapîtalîst bi serkêşiya dewleta Tirk, bi girtina rêber Abdullah Ocalan re dixwestin ramanên wî ji gel qut bikin.

Memo wiha dom kir: "Rêber Apo ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn bûye hêvî, ji ber ku Rêbertî tevî tecrîdkirina giran ku li ser hatiyr ferzkirin jî karî bigihêje çareseriyekê ji bo hemû pirsgirêkên civakî, aborî û pirsgirêkên din. Ew dixwazin projeya ku Rêbertî ji bo çareseriya Sûriyê û Rojhilata Navîn danî, têk bibin, her kes dizane ku Îmralî cihê çareseriyê ye."

Welat Memo bang li gelê Kurd kir ku piştgiriyê bide berxwedana zindanan û girtiyên grava birçîbûnê yên ku ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan tê dikoşin.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/X0P2J0Xfr5g" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>