​​​​​​​Koçberên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber vetoya Rûsyayê û ambargoyê azarê dikişînin

Roj bi roj azara koçber û penaberên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir dibe, ji ber ku alîkarî kêm in, nexasim bi bilindbûna pileyên germahiyê re, lê tişta ku azarê zêdetir dike, berdewamkirina girtina dergeha Til Koçerê û qedexekirina derbaskirina alîkariyan e.

​​​​​​​Koçberên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber vetoya Rûsyayê û ambargoyê azarê dikişînin
5 tîrmeh, 2021   04:21
REQA-XALID EL-CUMA

Piştî Şoreşa Sûriyê ya 2011`an dest pê kir, bi milyonan gelê Sûriyê yên ji tevahiya herêman û pêkhateyan ji ber şer koçber bûn, lê piştî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji terora DAIŞ`ê hate rizgarkirin, li herêmê aramî çêbû û hişt ku bi sed hezaran koçber berê xwe bidin herêmên Rêveberiya Xweser.

Siyaseta Rûsya û Tirkiyê, her wiha ya hikumeta Sûriyê şerê wan koçberan kir, Rûsyayê veto bi kar anî û dergeha Til Koçerê (El-Yaribiyê) girt da ku tenê alîkarî bi rêya deriyên di bin kontrola hikumeta Sûriyê de, derbasî herêmê bibin.

Da ku em rewşa koçberên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bêhtir nas bikin, me hevpeyvîn bi hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî rarûq El-Maşî û serokê Nivîsgeha Kar û Barên Koçber û Penaberan Şêxmûs Ehmed re çêkirin. Her duyan îşaret bi girtina dergeh û ambargoyê kir ku bandoreke neyînî li herêmê û koçberan kir.

Şêxmûs diyar kir ku rewşa koçberan nexasim di demsala havînê de dijwar e û li tevahiya herêman, nexasim herêma Cizîrê ku hejmareke mezin ji koçberên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hembêz dike, wekî kareseteke mirovî ye.

Li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê koçberên ji gundewarên Heleb, Humis, gundewarên Şam, Dêrazorê, Idlib û herêmên din hene, li aliyekî din jî penaberên iraqî jî hene, hin kamp jî malbatên çeteyên DAIŞ`ê dihewîne. Li kêleka vê bi sed hezaran ji Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî ya dagirkirî ku di encama êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmê de koçber bûn.

Şêxmûs Ehmed got: "Tirkiye ava stasyona Elok li ser Hesekê û Til Temirê qut kir ku zêdetirî 100 hezar koçberên ji Girê Spî û Serêkaniyê û koçberên ku ji hundirê Sûriyê, ji gundewarên Dêrazorê û herêmên Şamê hatine, lê hene. Her wiha kampa Holê ku zêdetirî 60 hezar penaberên ji Iraqê û malbatên çeteyên DAIŞ`ê lê hene."

'AMBARGO Û GIRTINA DERGEHAN GEFAN LI JIYANA KOÇBERAN DIXWE'

Şêxmûs Ehmed piştrast kir ku ji ber girtina dergehan ji aliyê Meclisa Ewlehiyê ya NY'yê  sala 2019`an kareseteke mirovî heye, ji ber  ku Rûsya ji bo alîkarî di dergeha Til Koçberê re derbas nebe, veto bi kar anî û got: "Di serî de ev pirsgirêkeke siyasî ye, sedema vê jî peymanên di navbera Rûsya, Tirkiye û rejîma Sûriyê de ne."

Ehmed ev agahî dan: "Her wiha koçberên Efrînê yên li Şehbayê zehmetiyê dikişînin, ji ber dewleta dagirker a Tirk û çeteyên wê ji aliyekî ve û hikumeta Şamê ji aliyekî ve li ser wan ambargo ferz kiriye."

Ehmed diyar kir ku li Şehbayê alîkarî pir kêm e, nexasim ku hejmara koçberan zêde ye û li tevahiya kampan pirsgirêkên tenduristî û kêmbûna dermanan heye, di heman demê de pandîmaya Koronayê hîn berdewam e û li kampan pêketî hene û hejmareke zarok zehmetiya kêmbûna xwarinê dikişînin ji ber ku şîrê zarokan peyda nabe.

Ehmed îşaret pê kir ku NY`yê kampên koçberên Girê Spî û Serêkaniyê yên ku ji ber dagirkeriya Tirk a ji herêmên wan re, koçber bûn, negirt ser xwe û wiha dewam kir:" Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê barê herî giran rakir û nikare tevahiya xizmetan ji koçberên  li herêmên xwe re dabîn bike, ji lew re divê rêxistinên mirovî û NY`yê xizmetê ji koçberan re bike."

Ehmed bal kişand ser hejmara kampên fermî yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li tevahiya herêman 15 kamp in, jê 6 kamp li herêma Cizîrê ne ku mezintirîn hejmara koçber û penaberan  lê heye ku ew jî ev in"Hol, El-Erîşe, Roj, Newroz, Serêkaniyê û Waşûkanî."

Şêxmûs Ehmed ev yek eşkere kir: "Li  Şehbayê 5 kamp hene ku ew jî Berxwedan, Serdem, Veger, Efrîn û ya Şehbayê ne. Kampa koçberên Girê Spî jî piştî Tirkiyê bajarê Girê Spî dagir kir, li bajarokê Til El-Semin ê başûrê bajarê Reqayê hate vekirin û kampa El-Mehmûdlê ya bajarê Tebqayê û 2 kampên li Minbicê ji bo koçberên ji Heleb û Idlibê hatine vekirin."

ZÊDETIRÎ MILYONEK KOÇBER HENE

Bi sedan kampên bê ser û ber li gundewarê Dêrazorê, Reqa, Tebqa û Minbicê û koçberên ji herêma Şehbayê hene ku piraniya wan ji kesên ji herêmên şer reviyane.

Ehmed bang li Rêxistina Tenduristî ya Cîhanê (WHO) kir ku alîkariyê bi koçberên li kampan re bike û destekê bide avakirina nexweşxaneyên li kampan ku beşek ji şewatê û beşek ji bo piştgiriya qada tenduristiyê ya li kampan bi giştî digire nava xwe.

Şêxmûs Ehmed di dawiyê de got: "Em hêvîdar in ku Konseya Ewlehiyê, NY, Komkara Erebî û YE ji bo vekirina dergeha Til Koçerê xebatê bikin û zextê li Tirkiyê bikin da ku rêjeya ava Firatê vegerîna wekî berê, her wiha stasyona ava Elokê jî bixebitîne."

Desteya Kar û Barên Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo rewşa kampan ji nêz ve nas bike, li rêveberiyên herêmî geriyabûn û der barê vê yekê de hevserokê desteyê Farûq El-Maşî got di vê demê de rewşa koçberan xerabtir dibe.

Farûq El-Maşî da zanîn ku deste bang li NY`yê dike ku barên Rêveberiya Xweser sivik bike, her wiha alîkariya koçberan bike û ev agahî da: "Di civînên li gel NY`yê de her time em bang li NY`yê dikin ku alîkariyên mirovî bêhtir bike."

Farûq El-Maşî di dawiyê de got: "Em her tim hewl didin projeyan ji bo pêşerojê ava bikin, da ku alîkariya koçber û gelê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin, di heman demê de alîkariya herêmên ku zêde feqîr in û kesên ku jêdera debara wan diyar e, bikin da ku rewşa koçberên li herêmê bi giştî baş bikin."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/JnqQnrMTiBU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>