Gerînendetiya Çandiniyê ya Tebqayê piştgiriyê dide cotkaran

Komîteya Çandiniyê a bajarê Tebqayê ji bo başkirina rewşa çandiniyê bi taybetî piştî daketina asta ava çemê Firatê, gelek tedbîr girtin.

Gerînendetiya Çandiniyê ya Tebqayê piştgiriyê dide cotkaran
5 tîrmeh, 2021   01:46
TEBQA

Komîteya Çandiniyê ya girêdayî Rêveberiya Sivîl a Tebqayê bi hevkariya Gernînedetiya Sotemeniyê û Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê, deriyê ruxsetan vekir û piştgirî da cotkarên navçe û gundan. Her wiha sotemenî û semad li cotkaran belav kirin.

Ruxset li ser du qonaxan hatin dayîn; a yekem ji 10`ê Nîsanê heya 30'ê Gulanê bû. Qonaxa duyemîn jî di 10'ê Hezîranê heya 10'ê Tîrmehê dewam kir.

Serokê Nivîsgeha Plankirin û Geşkirinê ya Gernînedetiya Çandiniyê Omer Mihemed piştrast kir ku ruxsetkirina erdan ji aliyê cotkaran ve zêdetir bûye, da ku semadê peyda bikin, barê cotkaran sivik bikin û sotemeniyê bi buhayên guncaw peyda bikin.

Berpirsê çandiniyê yê Gernînedetiya Sotemeniyê Ehmed El-Salih got lîtreya mazotê bi 75 lîreyên Sûriyê li cotkaran tê belavkirin.

El-Salih diyar kir ku gernînendetiyê ji bo berhemên havînê yên wekî pembû, garisê zer, tovên gulberojk û fasûliyên soyayê miqdar diyar kirine.

Hevserokê Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê Ebdulbasit El-Şêxan jî diyar kir ku miqdarên tov û semadê dê li gorî rêjeyên jêrîn werin belavkirin:

Ji bo her donimek erdê çandiniyê 3 kg tovê garisê zer, 40 kg semadê yûrya û 20 kg semadê axê dê werin dayîn. Ji bo fasûliyên soyayê jî, ji bo her donimekê ji 6 heya 20 kg tovên soya, 20 kg semadê yûrya û 20 kg semadê axê hatine diyarkirin. Her wiha ji bo gulberojkan, ji bo her donimekê ji 1 heta 3 kg tov, 40 kg semadê yûrya û 20 kg semadê axê hatine veqetandin.

Hêjayî gotinê ye ku herêm bi çandiniya berhemên havînê navdar e, ji ber ku li qiraxa çemê Firatê ye.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/PqhhDVEYNXs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>