ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-07-2021'AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-07-2021'AN
3 tîrmeh, 2021   23:00

- Hejmareke hiqûqnas û endamên saziyên civaka sivîl ên herêma Efrînê got, daxuyaniyên Îtîlafa Sûrî û ENKS'ê yên têkildarî sûcên ku li Efrînê têne kirin ne di cih de ne û îsbat dike ku di wan sûcan de cih digirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hunermendên Rojava îşaret bi girîngiya sekna li dijî dagirkeriya Tirk û hewldanên derxistina şerê kurd bi kurd kir her wiha piştrast kir ku ji bo şerê navxweyî dernekeve ew amade ne bi mertal bin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Xwendekarên Peymangeha Zanistên Civakî ya Zanîngeha Rojava û xwendekarên Zanîngeha Bremenê ya Almanyayê bi rêya lidarxistina semîneran bingeheke dan û standinan ava kir. Xwendekaran bal kişand ser mijarên semîneran û diyar kir ku mijara wan a sereke şoreşa Rojava bû.  (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Kobanê ji malbata gerîla Gulîstan Çiya re dixwazin ya  ku li herêma Zapê şehîd bûbû. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Washingotinê dosyaya Sûriyê ji ewlehiya neteweyî veguherand Wezareta Karên Derve ya DYA'yê ku dê bi wê re Sûriyê li ser lîsteya girîng a wê be. Lûtkeya Bexdayê jî girîngî da destwerdanên derve. Di heman demê de çavdêran got, avakirina baregehekê li ser sînorê bi Lîbyayê re ji aliyê Misirê ve yek ji vebijêrkên wê yên li hember serweriya Tirkiyê. (BI WÊNE).

HEVPEYVÎN

-Riyad Derar diyar kir ku têkildarî domdar bi dewletên Ewropa û aliyên têkildarî rewşa Sûriyê re hene û got:"Gelek dewlet bi domdarî bi me re di nava têkiliyan de ne û piştevaniya xwe ji xebatên me re diyar dikin. Teqez heger çareseriyeke siyasî ji bo Sûriyê hebe, em ê beşdar bin, nabe em werin dûrxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a li Sûriyê Hisên Osman piştrast kir ku di vê demê de gelek nîqaş der barê dergehên mirovî yên Sûriyê de tên kirin û got "Divê ev korîdor ji nakokiyên siyasî dûr bin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Serokê PADÊ Omer Salih êrişên dewleta Tirk ên li dijî Şengalê wek hewldanek valakirina herêmê ji gelê wê û hewldana qirkirina civaka êzidî nirxand û got:"Iraq Şengalê wek herêmeke Iraqê dihesibîne, lê çima li hember êrişên dewleta Tirk bê deng e?" (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Weqfa Jina Azad a Sûriyê  têkildarî qetilkirina Îda El-Seîdo ji aliyê malbata wê ve li Hesekê daxuyaniyekê li Qamişloyê dide, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kongreya Star a kantona Hesekê jî bi çalakiyekê li çerxerêya Xiwêran a Hesekê qetilkirina Îda El-Sîdo şermezar dike, saet 17:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Cotkarên gundewarê Reqayê ji ber diyardeya şorbûna axê bi gazinc in. Ji ber ku toreyên kanalîzasyonê yên avê xetimîne, zevî di nava avê de mane. Li aliyekî din berpirsekî beşa sererastkirinê diyar kir ku sedema vê pirsgirêkê, xwezaya axê ye û ji ber ku alavên pêwîst ên ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê li cem wan kêm in. Her wiha bang li aliyên têkildar kir ku alîkariya wan bikin da ku vê pirsgirêkê çareser bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Tevgera Kevana Zêrîn, amadekariyên çalakiyên hefteya çandê li herêma Dêrikê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA