​​​​​​​'Li dijî zarokekê 2 sûc pêk hatin, em dixwazin kujer bên cezakirin'

Rêveberiya jin a Dêrazorê Fatma Merwan du sûcên ku li dijî Eyde El-Seîdo pêk hatiye, şermezar kir.

​​​​​​​'Li dijî zarokekê 2 sûc pêk hatin, em dixwazin kujer bên cezakirin'
4 tîrmeh, 2021   11:15
ELÎ EREB-DÊRAZOR

Fatma ji ajansa me re axivî û sûca kuştina zaroka li Hesekê, şermezar kir .

Fatma Merwan diyar kir ku ev kiryarekî sûcekarî an jî terorîst ye û got:" Em wek jinên Dêrazorê vê sûcê terorîst a ku ji aliyê eşîrê ve li dijî zarok pêk hatiye, şermezar dikin û dixwazin ku kesên ku ev sûc pêk anîne û kesên teşwîq kirine ceza bibin."

Fatma anî ziman ku ew 4 sal in dixebitin da ku jinê ji vê zihniyeta desthildar ê zilamê serdest xelas bike.

Fatma diyar kir ku tiştê ku li dijî wê zarok pêk hatiye, 2 sûc in û wiha dewam kir:" Sûca yekem ew e ku bi darê zorê wê kurê apê re bidin zewicandin û ya din jî bi rêbazek hov ew qetil kirin."

Fatma destnîşan kir ku ev sûc îşaret dike ku xwîna jinan rewa bûye. Her wiha bal kişand ser teşwîqkirina dewleta Tirk ji kuştina jinan re û got ji destpêka aloziya Sûriyê ve dewleta Tirk kuştina jinan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewa dike.

(dm)

ANHA