Xwendekarên Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Bremenê bi hev re semîneran li dar dixin

Xwendekarên Peymangeha Zanistên Civakî ya Zanîngeha Rojava û xwendekarên Zanîngeha Bremenê ya Almanyayê bi rêya lidarxistina semîneran bingeheke dan û standinan ava kir. Xwendekaran bal kişand ser mijarên semîneran û diyar kir ku mijara wan a sereke şoreşa Rojava bû. 

Xwendekarên Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Bremenê bi hev re semîneran li dar dixin
4 tîrmeh, 2021   03:08
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Di 13`ê Hezîranê de xwendekarên Peymangeha Zanistên Civakî ya Zanîngeha Rojava li ser bingeha çêkirina bernameyekê ji bo ku bi xwendekar û mamosteyên Zanîngeha Bremenê ya Almanyayê re semîneran li dar bixin, civîneke online organîze kir.

Piştre 4 caran semîner çêbûn, mijarên sermîneran jî li ser prensîpên xweparastinê di şoreşa Rojava de, aboriya civakî û di şoreşê, jin û jinelojî hatin dayîn.  

Têkildarî hûrgiliyên hevdîtin û semîneran xwendekarê Peymangeha Zanistên Civakî Ebdulah Hesen ji ajansa me re axivî û diyar kir ku di semîneran de xwendekarên Zanîngeha Bremenê kêfxweşiya xwe aniye ziman û wiha got: "Me di hevdîtinan de rastî û pirsgirêkên civaka Alman nas kirin.”

Hesen da xuyakirin ku mijara şoreşa Rojava gelekî bala xwendekarên Zanîngeha Bremenê kişand.

Hesen diyar kir ku di nava semîneran de xwendekarên Zanîngeha Bremenê mijarên cudatir xwestine û wiha got: "Ev semîner bûn bingeha dewamkirina dan û standinan. Di encamê de me li hev kir ku di demên pêş de em encamên karên hevbeş bi rêxistin bikin û di pêşerojê de bidomînin. Bikarin mijarên nûtir bînin semîneran hem têkildarî Rojava hem jî têkildarî Zanîngeha Bremenê û civaka Alman. "

Ebdulah Hesen got: "Semîner wekî destpêkeke bû, dibe ku di demên pêş de dan û standinên me xurttir bibin, dibe ku serdanên di navbera xwendekarên her dû zanîngehan de çêbin."

Zanîngeha Bremenê di sala 1971`an de hatiye damezirandin, hejmara xwendekarên wê digihêje 18 hezarî, her wiha zêdetirî 3 hezar û 500 zanyar cihê xwe tê de digirin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/cLoqLnWBbYU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>