YPG`ê daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya dewleta Tirk derewand

YPG`ê bi twitekê daxuyaniya Wezareta Berevaniyê a dewleta Tirk a dagirker ku duh belav kiribûn û gotibû ku wan herêmên Girê Spî û Serêkaniyê yên dagirkirî 7 şervanên YPG`ê şehîd xistine, derewand.

YPG`ê daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya dewleta Tirk derewand
3 tîrmeh, 2021   07:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Berevaniyê ya dewleta Tirk a dagirker duh bi daxuyaniyekê ragihandibû ku YPG`ê li dijî artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên Girê Spî û Serêkaniyê yên dagirkirî êriş pêk anîne. Her wiha diyar kiribû ku di encama wê êrişê de 7 şervanên YPG`ê hatine şehîdxistin.

Navenda ragihandin YPG`ê bi twîtekê daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya dewleta Tirk derewand.

Twîta YPG`ê wiha ye:

"Wezareta Berevaniyê ya dewleta Tirk a dagirker belavkirina nûçeyên derew berdewam dike. Hêzên me li herêma navborî neketine nav liv û tevgerê û êrîş bi ser tu deveran de nebirine."