Dewleta Tirk a dagirker gundewarên rojhilatê Babê topbaran dike

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, gundên Erîmê, Qertwêran û Kawkilî yên gundewrên rohilatê Babê topbaran dike.

Dewleta Tirk a dagirker gundewarên rojhilatê Babê topbaran dike
3 tîrmeh, 2021   06:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclia Leşkerî ya Minbicê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji baregehên Şêx Nasir yên gundewarên Rojhilatê Babê ya dagirkirî, gundên Erîmê, Qertwêran û Kawkilî yên gundewrên rohilatê Babê topbaran dike.

Navenda ragihandina Leşkerî diyar kir ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê heta niha 20 obîs û hawan avêtine gundewarê rojhilatê Babê.

Navendê da zanîn ku topbaran berdewam e û dê piştre agahiyên berfireh parve bikin.

ANHA