​​​​​​​Îtîlaf berhema dijminahiya Kurdan a sedsalekê ye

​​​​​​​Îtîlaf berhema dijminahiya Kurdan a sedsalekê ye
3 tîrmeh, 2021   00:46
NAVENDA NÛÇEYAN

MISTEFA ELO

Heke em "Îtîlafa Nîştimanî ya Hêzên Şoreşê û Opozîsyona Sûriyê" di çarçoveyeke demeke diyar de ku girêdayî dîroka ragihandina wê û heta roja me ya îro binirxînin, dê nirxandina me kêm bimîne. Analîzkirina vê hêzê  bêyî lêkolînkirina dîroka nûjen a dewleta Tirk û siyasetên mêtingerên Kurdistanê ya li ser parçekirina çanda herêman ava dibe, dê şaşiyeke mezin be.

Her du hêzên mêtinger Brîtanya û Fransa bi taybet Brîtanya beriya Şerê Cîhanê yê Yekemîn (1914-1918) bi parçekirina Împaratoriya Osmanî (Zilamê Nexweş) mijûl bûbûn. Pê re zemîna parçekirina herêma Rojhilata Navîn ava bû.

Bi rastî Brîtanya gihaşt armanca xwe, nexwasim dema ku siyaseta `parçe bike û bi rê ve bibe’ li herêmê bi giştî pêk anî ku gelên wê rojekê sînorên siyasî û têl nas nedikirin û bi hev re li ser bingehên jiyana hevbeş dijiyan.

Ji bo ku bigihêje armanca xwe, nimûneya netewedewletê rêbaza herî baş bû. Li şûna neteweyeke erebî 22 dewlet ava bûn, mîna ku li Ewropayê piştî hemleyên Napoleon Bonaparte rû daye.

Rola Komeleya Îttîhad û Terakkî ew bû ku zemîna parçekirina herêmê amade bike. Roleke sereke di ragihandina komara Tirkiyê ya nûjen a sala 1923`yan de lîst. Avakirina komarê destpêka parçekirina herêmê bû ku gelên wê ketibû ber bahoza netewdewletê ku texmîn dikir ew rêya xilasiyê û parastina wê ye.

Helbet ji bo avakirina netewdewletên bi nakok, pêwîstî bi parçekirina tevna civakî û çandî ya hevgirtî ya herêmê hebû. Ji ber wê Ebdulhemîd El-Sanî (duyemîn) roleke sereke di vî warî de lîst û piştre Komeleya Îtîhad û Terakkî ku di dema hegemonyaya xwe de li dijî ermen û xiristiyanên li Tirkiyê komkujî pêk anîn.

Piştî ku dewletên hegemonîk bi rêya amûra xwe ya li herêmê anku dewleta Tirk gihaşt armanca xwe di tunekirina Ermenan de sala 1914-1915`an û pêkanîna komkujiyan li dijî Ereban û çandên din ên resen ên li Rojhilata Navîn, Kurdên ku ji komkujiyan nefilitîn di qirika pergala hegemonîk de bûn strî.

Hêzên mêtinger û amûra wê ya li Rojhilata Navîn dît ku heke bixwazin hegemonyaya xwe bi temamî ferz bikin divê Kurdan tune bikin.

Ji wê demê ve û di dirêjahiya sedsalekî de, dewleta Tirk û hêzên mezin qirkirina Kurdan û derxistina tevliheviyê di navbera gelên herêmê de didomînin. Projeya reformên rojhilatî ku dewleta Tirk sala 1925`an ragihandiye, beşek ji plana qirkirina Kurdan e.

Bi awayekî sereke siyaseta tirkkirinê li herêmên  rojavayê çemê Firatê yên Bakurê Kurdistanê hat meşandin. Dewleta Tirk di vî warî de gelek siyaset û rêbaz bikaranîn heta ku gihaşt asta tundiya zêde û pêkanîna komkujiyan, pişaftin û qirkirina çandî.

Çewisandina hovane ya li dijî serhildana Şêx Seîd û Seyd Riza û neçarkirina Kurdan ku koçberî bajarên Tirkan bibin, ev hemû di çarçoveya helandina çanda Kurdan û asîmîlekirina wan de pêk hatin, delîlên li ser hişmendiya faşîst in ku li ser înkarkirinê ava bûye.

Piştî derdora 15 salan ji qirkirinê yanî nêzî salên 1938-39`î, li Kurdistanê dengên ku banga kurdayatiyê dikir, nefesa xwe ya dawîn distandin. Lê bi derketina Tevgera Rizgariya Kurdistanê sala 1978`an re, têkoşîna Kurd derbasî pêvajoyeke nû bû ku li ser îsbatkirina hebûnê, vejandina nasnameya neteweyî, çandî û civakî ya Kurdan û Tirkmenan bi taybet ava bû.

Vê pêvajoyê hêzên hegemonîk derbasî aloziyeke rastîn kir. Derbeya leşkerî ya sala 1980`yan berteka wan hêzan a li dijî nasnameya kurdî ya nû bû. Li gorî nêrîna hêzên hegemonîk diviyabû ev tevgera nû tune bibe û rê li pêşiya bayê guhertinê bi çi rêbazî dibe bila bibe, bihata girtin.

Hişmendiya hêzên hegemonîk û Tirkiye jî nehat guhertin. Lê belê berovajî wê pêkanîna siyasetên qirkirinê domandin û hewl dan kar û xebatên Kurdan tune bikin.

Li Sûriyê di navîna Adara 2011`an de aloziyek derket ku ji demeke dirêj ve an ku ji dema hilweşandina Muemer El-Qezafî li Lîbyayê, Husnî Mubarek li Misirê û beriya wê hilweşandina Sedam Huseyn li Iraqê sala 2003`yan ve hatibû plankirin.

Armanca sereke ya dewleta Tirk û hêzên mezin ji avakirina vê blokê şerê Kurdan û her projeyeke demokrasiyê li Sûriyê bû ku li ser bingeha hevqebûlkirinê û jiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyan de ava dibe.

Bi demê re û bi avakirina komên çeteyan û sîwana wê ya siyasî ya qaşo bi navê Îtîlafê re ku xwedî li xîtabeke mezhebî derdikeve, li Sûriyê hewldanên qirkirina nasnameyê dest pê kir. Wêneyên serjêkirina sunî û şîî hatin weşandin. Bi vê yekê şerekî mezhebî bûyerên xwîndar ên li Sûriyê kontrol kir.

Dewleta Tirk ku îdia kir ku armanca wê `hilweşandina rejîmê` ye, bi avabûna komîn û meclisan li herêmên Cizîr, Kobanê û Efrînê re ku hêzên hikumeta Şamê sala 2012`an jê hatin derxistin bi lez niyetên xwe eşkere kirin. Bi avakirina hêzên leşkerî li herêmên Rojava re di heman salê de û ragihandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Asayîşê re û piştî wê bi du salan bi ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re destpêka sala 2014`an, dewleta Tirk û çeteyên wê zimanekî tundrewtir li dijî Kurdan bi kar anîn. Gav bi gav dev ji îdiayên xwe yên `hilweşandina rejîmê` berda û armancên xwe yên sereke yên tunekirina Kurdan û projeya wan a demokratîk eşkere kirin.

Komkujiya ku çeteyên Cebhet El-Nusra li dijî Kurdan li Til Hasil û Til Eranê yên bakurê Sûriyê di dawiya Tîrmeha 2013`an de pêk aniye, rastiya armancên dewleta Tirk ên li Sûriyê îsbat dike ku bi rêya Îtîlafê pêk tîne.

Bi pêşketina projeya demokratîk li Rojava, rêzdarî û destekdayîna ji Kurdan li ser astên xwecihî û cîhanê bi dest xistiye re, sala 2014`an DAIŞ`ê avabûna xwe ragihand ku tenê di 3 saetan de parêzgeha Musilê ya Iraqê dagir kir, komkujiyên hovane pêk anîn, şûnwarên wê talan kirin. Lê nêzî konslosxaneya Tirkiyê ya li Musilê nebû.

Piştî wê DAIŞ`a ku ala `hilweşandina rejîma redker` rakir, berê xwe da Kobanê. Ev yek tu guman  nehişt ku dewleta Tirk armanc dike Rêveberiya Xweser tune bike.

Piştî tunekirina DAIŞ`ê di 23`yê Adara 2019`an de, dewleta Tirk "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê" ava kir. Endamên vê artêşê çete û bermahiyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra ne. Di gelek belge û raporan de eşkere bû ku çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra artêşa behsa mijarê kontrol dikin ku Îtîlaf sîwana wê ya siyasî ye.

Bi rêya vê artêşê û sîwana wê ya siyasî, dewleta Tirk Efrîn di Adara 2018`an de û piştre di Cotmeha 2019`an de Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin.

Dewleta Tirk bi rêya vê îtîlafê gelek komkujî li herêmên dagirkirî pêk anîn, demografiya wan herêman bi taybet a Efrînê guhert, li gorî rêxistinên hiqûqî rêjeya Kurdan daxist heta sedî 20 ku berê ji sedî 90 bû.

Careke din dewleta Tirk bi rêya Îtîlafê projeya guhertina demografîk li rojavayê çemê Firatê pêk anî ku ji sala 1925`an ve li Bakurê Kurdistanê dabû destpêkirin. Ev proje beşek ji projeya giştî ya Kurdistana bê Kurdan e.

Dibe ku armacên din ên hêzên hegemonîk ji avakirina îtîlafê hebin ku çeteyên wê bi fînansekirina Amerîkayê ya nîv milyar dolarî li Tirkiyê hat perwerdekirin. Amerîka armanc dike rola Rûsyayê sînordar bike ku bi dawiya Îlona 2015`an re mezin dibe. Her wiha "Kevana şîî" asteng bike ku Îran dixwaze li herêmê pêk bîne ku di nava Sûriyê re derbas dibe. Lê derxistina kurd û ereban û elewiyan li dijî sinne û şîa, berdewamkirina dijberiya di navbera pêkhateyên herêmê de, armanca sereke ya avakirina îtîlafê ye ku di gelek boneyan de bi awayekî eşkere înkarkirina Kurdan ragihand.

Lê armanc dewleta Tirk ji vê zêdetir e, ew bi rêya Îtîlafê dixwaze Kurdan parçe bike. Di nava Îtîlafê de kesayet hene ku dibêjin Kurd in. Ev kesayet rolek mîna rola Kurdan a di peymana Lozanê de lîstiye, dilîzin, ku Kurdistanê kir 4 parçe.

Dibe ku Kurd di wê pêvajoyê de tê negihiştibin rastiya dewleta Tirk, lê piştî sedsalekê ne pêkane ku kesên dibêjin ew Kurd in û di nava Îtîlafê de ne kesekî bixapînin û ew nizanin ku Tirk qirkirina Kurdan armanc dike, nemaze piştî banga serokê Îtîlafê ya ji bo dewleta Tirk a faşîst ku Minbic û Til Rifetê dagir bike.

Wek encam mirov, dikare Îtîlafê wiha pênase bike; ew tevgereke siyasî ye û baskekî wê yê leşkerî heye ku ji deh hezaran çeteyên tundraw pêk tê da ku îdeolojiyekê li ser bingeha dûrxistin, înkarkirin û rêgirtina li pêşiya her guhertineke demokratîk li Sûriyê û herêma Rojhilata Navîn bi giştî ava dibe.

(şx)

ANHA