Dergeh şerê hegemoniyê ye ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê tengav dike

Destwerdanên li dosyaya Sûriyê rewşa aborî ya li welat girantir kir. Çavdêr diyar dikin ku ambargo rewşeke wiha ferz kiriye ku li gorî berjewediyên hêzên bi nakok ên li ser hesabê Sûriyan e.

Dergeh şerê hegemoniyê ye ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê tengav dike
2 tîrmeh, 2021   23:33
QAMIŞLO – LÎLAV DÊWANÎ

Li sûkên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevgera aborî hebûna bêje nîv pûç bûye, sedema vê yekê buhabûna hemû cûre made û tunebûna wan di hin caran de ye. Ev buhabûn û kêmbûn encamên aloziya aborî ya li Sûriyê, ambaroya ku dewletên sermyadar di dosyaya Sûriyê de li ser herêmê ferz kirine,  her wiha bi karanîna deriyên sînor wekî alaveke zext û şantajkirinê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Di nava 10 salên aloziya Sûriyê de guhertin û hevsengiyên siyasî yên hegemoniya hêzeke guherîner li ser deriyên sînor (Heger hikumeta Şamê, Rûsya û Çînê be an jî Tirkiyê û çeteyên wê be) derxist.

Dema ku hikumeta Şamê hemû berhem û kirinên dewletê xist xizmeta alava şer, madeyên bingehîn xilas bûn, binsazî û beşê pêşesazî wêran bûn, mîna ku di navberên salên 2012 û 2016'an de li Helebê ku paytexta pêşesaziya Sûriyê ye rû da. Her wiha hêzên ku aloziya Sûriyê hikum dikin dest danîn ser tevahî deriyên sînor.

Di encamên siyaseta diravî ya tevlihev a hikumeta Şamê û cezayên navneteweyî yên hatine ferzîkriin, bi taybet Qanûna Qeyser a ku di 17'ê Hezîrana 2020'î de ket meryetê de, rewşa aborî girantir bû. Di vê çarçoveyê de nirxê lîreya Sûriyê li beramberî dolarên Amerîkayê daket ku gihişt 5 hezar lîreyên Sûrî li beramberî dolarekî, lê beriya aloziyê 46.5 lîre bû.

Li aliyekî din, keysbaziya bazirganan û nepêkanîna biryarên zimhêrê rewşeke bê bawer di navbera mizexir û berhemkar de da avakirin, ku di encamê de bandoreke neyinî li tevgera aborî kir ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê jê ji encamên vê aloziyê bê par nema.

'BUHABÛN BARÊ ME GIRANTIR DIKE'

Welatiyê bi navê Mihemed Salih li sûka bajarê Qamişlo digire da ku pêwîstiyên xwe bikire dibêje: "Buhabûna pir bilind a nirxên madeyan barê me giran kir. Em nema dikarin hemû tiştên ku dixwazin bikirin. Bazirgan jî sûdê ji aloziya aborî digirin û keysbaziyê dikin."

Salih diyar kir ku kesybazî ne tenê di buhayên madeyên mizaxtî de ye, lê ji wê zêdetir cudabûn di buhayê dermanan de di navbera dermanxaneyan de ye.

Mihemed Salih bang li aliyên têkildar kir ku li ser pirsgirêkên bisekine, buhayan kontrol bikin û kesybaziyê bi dawî bikin.

Welatiyê bi navê Hemîd Xelef jî got: "Ev 3 sal in em ji ber pirsgirêka buhabûna madeyên mizextî bi taybet madeyên xwarinê zehmetiyan dikişînin, şûşak zeyta 4 lître bi 22 hezar lîreyên sûrî ye, yên ku jêdera debara wan kêm bin nikarin pêwîstiyên xwe yên sereke bi cih bînin. Ji bilî vê yekê buhayê madeyan ji her dikaneke ji ya din cûda ye."

Ji bazirganên madeyên xwarinê yên bajarê Qamişlo Eymen Ebdullah sedema buhabûna madeyan spart baceyên ku hikumeta Şamê li deriyên sînor ên di navbera herêmên Rêveberiya Xweser û herêmên hikumetê de ferz dike. Her wiha ambargoya li ser herêmê ferz kiriye û daketina buhayê lîreya Sûriyê li hemberî dolar .

Ji destpêka şoreşa 19'ê Tîrmehê ve ambargoyeke giran li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye ferzkirin, dewelta Tirk a dagirker hemû deriyên sînor ên bi Bakurê Kurdistanê re girtin,  bi vetoya du alî ya Rûsya û Çînê deriyê sînor ê Til Koçerê yên di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Iraqê de hate girtin. Li aliyekî din jî hikumeta Şamê deriyên sînor ên hundirîn ên bi herêmên Rêveberiya Xweser re girtin, lê deriyê sînor ê Sêmalka yê bi Başûrê Kurdistanê re ji aliyê PDK'ê ve tê kontrolkirin.

Têkildarî cudabûna buhayan di navbera dikanan de, Ebdullah ev yek spart keysbaziya bazirganan, lawazbûna aliyên zimhêrê di kontrokirina sûkê de û guhertina buhayê dolar li hemerî lîreya Sûrî. Ebdullah diyar kir ku buhabûna madeyan bandoreke neyinî li tevgera kirîn û firotinê jî kir.

Gelek bazirganên din diyar kirin ku furqeya 4'an a girêdayî hikumeta Şamê li bermaberî derbasbûna her kamyoneke barkirî ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê gumrikê ku dighêje  8 hezar dolarî ferz dike.

JI BO KONTROLKIRINA SÛKAN, BIRYARÊN NÛ

Hevserokê Komîteya Zimhêrê ya Kantona Qamişlo Remedan Hesen diyar kir ku keysbaziya bazirganan sûk û zimhêrê li pêşberî zehmetiyên mezin ên têkildarî çawaniya kontrolkirina buhayan û rêgirtina li ber binpêkirinan dihêlê.

Hesen bal kişand ser qanûnên ku Komîteya Zimhêrê dimeşîne; daliqandina tabloyên buhayan li ser madeyan, cezakirina muxlifan ku digêje 200 hezar lîreyan, heger binpêkirina qanûnan dûbare bibe ceza ji vê miqdarê zêdetir dibe, an jî dikan sê rojan tê girtin û bi domandina binpêkirinan muxlafi li gorî qanûnan li pêşberî dadgehê tê cezakirin.

Hesen bi domdarî got: "Buhayê madeyan ku ji aliyê Komîteya Diyarkirina Buhayan ve hatiye amadekirin li ser madyayên civakî û sûkan tê parvekirin, di heman demê de guhertina dolar û baceyên ku li ser madeyên ji derve tên, di ber çavan re tên derbaskirin. Yên ku li gorî van lîsteyan tevnegere li gorî qanûnên zimhêrê tên cezakirin."

Hesen diyar kir ku hejmara endamên komîteya çavdêriyê ya zimhêrê zêde dikin da ku karibin li gorî ku tê xwestin bazaran kontrol bikin û nirx û kalîteya madeyan bişopînin.

Hesen destnîşan kir ku ji bo parastina mizexiran û kontrokirina madeyan Rêveberiya Xweser dê taqîgeheke madeyên xwarinê amade bike.

'GEL BACEYA ZEXTÊN SIYASÎ DIDE'

Aborînas Elaedîn Ferhan jî diyar kir ku zextên navneteweyî û ambargoya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye ferzkirin bandoreke neyinî li rewşa jiyanî dike û rewşa aborî aloztir dike. Her wiha anî ziman ku gel fatoreya zext û siyasetan dide û vekirina deriyên sînor êdî bûye pêwîstiyek.

'PÊŞXİTİNA PÊŞEZASÎ Û HİŞYARKİRİNA GEL PÊWÎSTİYEK E'

Wekî gavekê ji bo pêşxistin û geşkirina aboriyê, Ferhan dibêje, çareserî di geşkirina beşê pêşesazî, xwespartina li berherêmên xwecihî û xurtkirina wê de ye ku kalîteya berheman ji aliyê komîteyên pispor ve were çavdêrkirin û got. "Daxwaza zêde ya li ser berheman girêdayî kalîteya wê ye, dema ku kalîte kêm be, daxwaza  li ser jî kêm dibe û mizexir berhemên ku ji derve têne, dikire."

Edaedîn Ferhand wiha axaftina xwe dewam kir: "Wekî tê zanîn herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi berhemên xwe yên bi erd, di serî de petrol dewlemend in. Ji ber vê yekê avakirina parzûngehekê gaveke gelek girîng e û dê bi rêya derbaskirina van berheman li bazarên xwecihî û yên derve aboriya herêmê geş bike. Li gel wê divê giraniyê bibin beşê çandiniyê, piştgiriyê bidin cotkaran û pirspektîvên baş bidin wan, her wila lêkolînan li ser çandiniya şekir û çayê çêbikin, kargehên şekir û çayê ava bikin ji ber ku daxwaz li ser herdu madeyan zêde ye."

Derbarê cûdabûna buhayên madeyên mizaxtî li bazarên herêmê  de Ferhan diyar kir ku ev yek rasterast bandorê li baweriya mizexir bi berhem û bazirgan dike, di encamê de karîna kirinê lawaz dike û tevgera sûkê pûç dike.

Elaedîn Ferhan diyar kir ku keysbaziya bazirganan pirsgirêka buhabûnê çêdike ku ne li gorî dixlê ferd e, di encamê de krîza debara zêdetir dike. Her wiha bang kir ku divê rola zihmirê çalaktir dibe û şênî bi saziyên zimhrêrê re bibin alîkar da ku mafên xwe biparêzin û kesaybaziyê bi dawî bikin.

Her wiha îşaret pê kir ku pêwîste deriyên bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê re werin vekirin, gel ji rewşa heyî  hîn bêtir were hişyarkirin û zanekirin, werşeyên zanekirin û perwerdekirinê li ser çawaniya pêşxistin û geşkirina xebatên komîteyên zimhêrê û çavdêriyê, geşkirina berhemên xwecehî yên pêşesaziyê werin vekirin û kesên guncaw li cihên guncaw  werin erkedarkirin.

Di navbera herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmên hikumeta Şamê de gelek derî hene; Tebqa, Hora, Sebxa li bajarê Reqayê û Hayha li Minbicê ye.

ŞERÊ FERZKİRİNA HEGEMONİYA

Girêdayî mijarê cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd anî ziman ku nakokî û şerê hêzên herêmî û navneteweyî yên ku  ev 10 in Sûriyê kontrol dikin bandoreke aktîv li aloziya Sûriyê kir û got: "Êdî bi awayekî eşkere  diyar dibe ku yên ku dosyaya Sûriyê hikum dikin wekî ku dozên stratejîk li herêmê hikum dikin. Ji ber vê yekê şer dijwartir dibe. Her guhertineke di hevsengiyên siyasî de yên di navbera wan hêzan de Sûriyê dibe nuqteya bingehîn, ji ber ku nuqteyan nakokî û lihevkirinê de heman demê de ye."

Çiya Kurd destnîşan kir ku di dema dawî de di taybet plana hilbijartina serokatiyê ji bo qezenckirina hêz û rewabûn û vegera hikumeta Şamê li siyasetên wê yên berê bû ku bi destekek diyarkir a Rûsya û Îranê pêk tê.

Bedran Çiya Kurd got: "Hikumeta Sûriyê û hevalbendên wê hîna jî li ser wî fikrî ne ku hikumet Şamê bi rêya lîstina bi kaxezên cûda yên weke mirovî, aborî û eşîrî, dikare careke din axa ku ji dervey serweriya wê ye, vegerîne bi serweriya xwe. Her wiha bi dengekî bilind girîngiya girtina hemû dergehên ku ne di bin serweriya wê de ne, bi desteka Rûsiya û Çînê radigihîne, heta gihîştiye wê astê ku mijara vekirin û desteserkirina dergehan bûne mijarên sereke. Hikumeta Şamê wisa dide xuyakirin ku qey şerekî dergeh û tengavan heye." 

Çiya Kurd destnîşan kir ku hikumeta Şamê ne siyasî, ne ewlehî û ne jî îdarî amade ye û got: "Ne mentiqî ye ku roleke di vî warê de bidin rejîmê, em dibînin ku çawa bi rêya Şamê alîkariyên mirovî bi kar tînin da ku di aliyê aborî de sûdê jê bigirin û pirsgirêka wê ya mezin pê çareser bikin, ji ber vê yekê nabe ku Şam bibe kerîdora mirovî ji bo hemû sûriyan."

'DIVÊ DOSYAYA MIROVÎ JI AJNÎDEYÊN SIYASÎ WERE DÛRXISTIN'

Bedran Çiya Kurd bang li aliyên têkildar kir ku dosya mirovî di lihevkirin û ajnîdeyên siyasî de bi kar neynin û ev yek wekî polîtîkkirina pariya xwarina welatî û kareseke mirovî ku tevahî qanûnên navneteweyî û mirovî bin pê dike, bi nav dike.

Çiya Kurd got: "Pêwîste tevahî kerîdorên mirovî yên li Sûriyê di bin çavdêriya navneteweyî de werin vekirin bêyî ji bo armancên siyasî werin bi karanîn."

Çiya Kurd da zanîn ku herêmên Rêveberiya Xweser herî zêde ji ber ambaroya aborî û negihiştina alîkariyên mirovî û tenduristî zehmetiyan dikişînin û wiha domand: "Piştî girtina deriyê Til Koçer ya ji ber vetoya Rûsya-Çînê û li gel hebûna zêdetirî 15 kampan li tevahî herêmên Sûriyê û bi deh hezaran penaberên Iraqê û kesên biyan, zêdetirî nîv milyon kesên ku ji ber dagirkeriya Tirk ji Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî koçber bûne, li herêmê rewşeke aborî û jiyanî gelekî nebaş heye."

'JI BERPIRSYARTIYA MIROVÎ DEREVIN'

Çiya Kurd îşaret pê kir ku derdora nîv milyon koçberên sûrî li herêmên Rêveberiya Xweser hene, lê rêxistinên navneteweyê, Neteweyên Yekbûyî û civaka navneteweyî bi durûtî nêzî pîvanên navneteweyî li beramberî Bakur û Rojhilatê Sûriyê nêzik dibin û ji berpirsyartiyên xwe yên mirovî direvin.

Bedran Çiya Kurd destnîşan kir ku divê bi siyaseteke durist nêzî rewşa Sûriyê bibin ku azarên gelê wê sivik bikin, tevahî pêkhateyên wî beşdarî danîna destûra demokratîk bibin ku ji rewşa heyî re bibe çareserî.

'ÎSRARA PDK'Ê ZEYTÊ Lİ SER AGİR DİKE'

Têkildarî biryarên ku Rêveberiya Deriyê Pêşxabûr a girêdayî çûn û hatina di deriyê sînor ê Sêmalkayê re, Çiya Kurd wiha got: "Divê deriyê Sêmalka ne girêdayî ajnîde û helwestên siyasî, ji ber ku polîtîkirina deriyan li dijî pîvanê tevgeriyê ye. Îsrara PDK'ê ya li ser helwestê xwe ya derbarê deriyê Sêmalkayê de wekî ku zeytê li agir dike û rasterast xizmeta hewldanên xeniqandina tecrûbeya Rojava dike."

Desthilata Başûrê Kurdistanê di 16'ê Hezîranê de biryar û girtekên tund têkildarî hatin û çûyîna Başûrê Kurdistanê de derxist ku formeke bi agahiyên giştî ku kesên ku dixwazin di deriyê Sêmalkayê re derbasî Başûrê bibin, dixwazin. Rêveberiya Dergehan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev nêzîkatî bi "Îstîxbaratî" û astengkirina nexweşan bi nav kir.

(bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/eITLr8JBZJU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>