​​​​​​​'Dewleta Tirk bi qutkirina ava Firatê hewl dide xelkê herêmê koçber bike'

Jinên Dêrezorê diyar kir ku qutkirina ava çemê Firatê siyasetek e ku dewleta Tirk bikar tîne da ku xelkê herêmê koçber bike, birçî bihêle û ewlehiya herêmê têk bibe.

​​​​​​​'Dewleta Tirk bi qutkirina ava Firatê hewl dide xelkê herêmê koçber bike'
3 tîrmeh, 2021   04:28
DÊRAZOR- ZEYNEB XILÊF

Dewleta Tirk a dagirker ji 27' Çileyê ve ava çemê Firatê li ser Sûriyê qut kiriye, di saniyekê de kêmtirî 200 metrekabik berdide axa Sûriyê. Ev miqdar li gorî miqdara ku di navbera hikumetên Sûriyê û Tirkiyê de ya di sala 1987'an de hatiye lihevkirin pir kêmtir e.

Kêmbûna ava çemê Firatê li herêmê bû sedema xirabûna rewşa çandiniya havînê.

/kr/uploads/files/2021/07/02/201840_-.webp

Hevseroka Gerînendeya Çandiniyê ya Hecînê Emîne El-Salim got, kêmkirina avê Firatê ji hêla dewleta Tirk ve bandor li çandiniyê kir û bû sedema belavbûna nexweşî û jehrbûnê ya ji ber vexwarina ava qirêj e.

Emîne wiha dom kir: "Herêmên me ji sedî 99 xwe dispêre Çemê Firatê, ji ber vê yekê qutkirina ava Firatê hewldaneke  ji bo koçberkirina niştecihên herêmê, nemaze ku av hêmaneke bingehîn e."

Emîne wiha pê de çû: "Em niha bi pirsgirêkek mezin re rû bi rû ne, ji ber ku sazî û rêxistinên navneteweyî yên peywendîdar ev mijar paşguh kirine". Emîne bang li sazî û rêxistinên navneteweyî yên peywendîdar kir ku zextê li dewleta Tirk bike da ku li gorî miqdara ku bi Sûriyê û Iraqê re lihevkirî bişîne, ku 500 metrekabik di saniyekê de ye û ji sedî 60'ê wê para Iraqê ye.

`Di navbera ava çemê Firatê û bîran de cûdahî heye`

/kr/uploads/files/2021/07/02/201923_-.webp

Hediya El-Ebûd yek ji cotkarên gundewarê Dêrezorê got: "Ev çend sal in ez li mala xwe sebzeyên havînê diçînim, lê kêmbûna ava çemê Firatê bandor li çandiniya van sebzeyan kir."

Hediya destnîşan kir ku ji ber ku bîrên artezî bi kar tînin, mesref du qat zêde dibin û ava bîran şor e û got: "Ev yek bandorê li çandiniyê dike, ji ber vê yekê cûdahiyek mezin di navbera ava çemê Firatê û bîran de heye."

/kr/uploads/files/2021/07/02/201856_-.webp

Her wiha endama Komîteya Jinan di meclisa gel de Xîtam Hido got qutkirina avê êşa xelkê herêmê zêde dike, ji ber ku piraniya wan debara jiyana xwe bi çandiniyê dikin.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ECbprdc2pSw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>